04:05 20 Nîsan 2018
    Forûma Civakî yên Rûsya-Tirkiyeyê

    ‘Divê di navbera Rûsya-Tirkiyeyê de hevkariya bazirganiya serbest bê kirin'

    © Sputnik / Atakan Şalcıoğlu
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Hevserokên Forûma Civakî yên Rûsya-Tirkiyeyê Ahmet Berat Çonkar û Eleonora Mitrofanova li Stenbolê hatin ba hev. Beşdarvanê civînê Serokê Lijneya RTIBê Naki Karaaslan, "Di navbera Rûsya-Tirkiyeyê de divê bi pereyê xwemalî demildest hevkariya bazirganiya serbest bê kirin."

    Di civîna li Stenbolê a Forûma Civakî ya Rûsya-Tirkiyeyê ku tê li darxistin de nûnerên Saziyên Civakî, Çand, Zanist û Perwerdehiyê yên herdu dewletan beşdar dibin. Di civînê de hat xwestin ku hevkariya di perwerdehiyê, zanist, çand, werziş û turîzmê de a navbera herdu dewletan zêdetir bibe.

    Serokê Komeleya Karsazên rûs û tirk (RTIB) û serokê Weqfa Andrey Karlov Naki Karaaslan ji Ajansa Sputnikê re daxuyand ku divê hevkariya di bazirganiyê de xebat zêdetir bibin, hîn jî hevkariya me ya bi rûsan re negihaştiye asta ku em dixwazin. Karaaslan da zanîn ku di navbera Rûsya-Tirkiyeyê de divê bi pereyê xwemalî demildest hevkariya bazirganiya serbest bê kirin ku pêşî li ber lîre û rûble vebe.

    Naki Karaaslan bilêv kir, pêwendiyên bazirganiyê bi qasî pêwendiyên siyasî zû nameşin û got ji armancên me yek ew e ku li Moskowayê dixwazin navendek lojîstîk jî vekin. Herwiha Karaaslan, "Niha bazirganiya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de li dor 20 mîlyar dolarî ye, lê ev ne li gor bendewariyên me ye, em dixwazin ev reqem hîn jî bindtir bibe."

    Bi heman mijarî:

    Berpirsê YNKê: Tirkiye dixwaze Herêma Kurdistanê bike 2 parçe
    ‘Em ê Amerîka û Tirkiye ji Sûriyeyê derxînin'
    Endamê PDK-Îyê: Tirkiye nikare tevgera azadîxwaz ya Bakurê Kurdistanê tine bike
    Etîketan:
    Bazirganî, Pere, Hevkarî, Naki Karaaslan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de