01:03 26 Nîsan 2018
    Binali Yildirim

    Serokwezîrê tirk: Amerîka û Fransa li Sûriyeyê cih bi hev diguherin

    © REUTERS / Costas Baltas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 02

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim di vegera serdana xwe ya Bosna Hersekê de, li ser daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên vekişîna ji Sûriyeyê û daxuyaniyên Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron yên piştgiriya bo kurdan axivî.

    Yildirim daxuyaniya Trump a ‘Em ê li demeke nêzîk ji Sûriyeyê vekişin' bi kêfxweşî pêşwazî kir û li ser daxuyaniyên Fransayê yên derbarê Sûriyeyê de got, "Amerîka û Fransa li Sûriyeyê cih bi hev diguherin."

    ‘EM TRUMP PÎROZ DIKIN'

    Yildirim li ser daxuyaniya Trump got, "Trump ji surprîzan hez dike. Ya ku me girê dide daxuyaniya serokê Amerîkayê ye. Em ji ber van gotinan Trump pîroz dikin."

    'PÊNGAVA FRANSAYÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN'

    Serokwezîrê tirk bertek nîşanî Fransayê jî da û wiha axivî: "Ev pêngava Fransayê tehrîk e, nayê qebûlkirin. Wekî her car serê Amerîkayê tevlîhev e. Ya ku me girê dide daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Trump in. Trump derbarê Sûriyeyê de biryara rast da."

    YILDIRIM GEFA OPERASYONA ŞINGALÊ XWAR

    Yildirim herwiha gefên li ser hêzên kurdî yên li Sûriye û Iraqê berdewam kirin û got ku dibe ew li Şingalê jî operasyonê bikin.

    'LUKSA ME YA BEŞDARBÛNA ÇALAKIYÊN NOSTALJÎ NÎNE'

    Bînalî Yildirim li ser bilindkirina tansiyonê ji aliyê Brîtanyayê ve ji bo bûyera Skrîpal jî got, "Ti lukseke me ya beşdarbûna çalakiyên nostaljî nîne."

     

    Bi heman mijarî:

    Çavuşoglu bi Lavrovî re peywendî danî
    Fermandarên amerîkî yên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê çawa rewşê dinirxînin?
    Li sînorê Xazeyê rakêşî: 12 Filistînî jiyana xwe ji dest dan
    Rêdûr Xelîl behsa hevdîtina bi Macron re kir
    Hêzên amerîkî li bajarekî Rojava li ser sînorê Tirkiyeyê bi cî bûn
    Kremlin: Şerê dîplomatîk yê bi Amerîkayê re me neda destpêkirin
    Etîketan:
    Fransa, Sûriye, Amerîka, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de