04:59 21 Nîsan 2018
    Rojname - Medya- Çapxane

    ‘Ji ber gefên li ser çapxaneyan rojnameya Welat nehate çapkirin'

    © Sputnik / Руслан Кривобок
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Hate ragihandin ku tekane rojnameyê ku li Tirkiyeyê bi kurdî weşanê dike Welat ji ber ku çapxane nedît, îro nehate çapkirin û lewma bi awayê fotokopiyê hat zêdekirin û belavkirin.

    Rojnameya kurdî Welat li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji ber ku wan çapxane nedîtine ku rojnameyê lê çap bikin, rojnameyê ji bo şopînerên xwe li ser medyaya civakî parve dikin.

    Şopdar û hevalên hêja ji ber zext û gefên li ser çapxaneyan Rojnameya Welat îro nehate çapkirin. Em dê rûpelên rojnameyê li ser medya civakî bi we re parve bikin.

    Welat Rûpel 1 pic.twitter.com/y4pqECrmUI

    Parlementera HDPê ya Batmanê Ayşe Acar Başaran bal kişande ser rewşê û got, "Ji ber ku tu çapxaneyê rojnameya Welat çap nekir, rojname bi fotokopiyê hat zêdekirin."

    Başaran: "Ji ber ku tu çapxaneyê rojnameya Welat çap nekir, rojname bi awayê fotokopiyê hat zêdekirin…"

    Hêjayî bibîrxistinê ye ku du roj berê polîsên tirk bi ser avahiya rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê ya li navçeya Beyoglu ya Stenbolê û çapxaneya wê de girtibûn. Herwiha xwediyê îmtîyaz ê rojnameyê Ihsan Yaşar û xwediyê çapxaneyê Kasim Zengin hatibûn desteserkirin û ji bo rojnema û çapxaneyê qeyûm hatibû tayînkirin.

    Bi heman mijarî:

    ‘160 welat di derbarê bûyera Skrîpal de ji Brîtanyayê delîl dixwazin’
    Erdogan ewil got yek dewlet, yek milet, yek welat piştre îşareta ‘gurê boz' a MHPê kir
    '5 welat bi dizî civiyan: Sûriye perçe dibe û Tirkiye di xeterê de ye'
    Lavrov: Gelek welat Rûsyayê wek garantora aramiyê dibînin
    Rûsya: Stratejiya Amerîkayê ya nû li Sûriyeyê, armanc dike ku welat perçe bibe
    Etîketan:
    Çapxane, Welat, Rojname, Qedexe, Ayşe Acar Başaran, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de