21:17 24 Nîsan 2018
    Cîbicîkarê Karûbarê Nahiyeya Sîdekanê Şewket Ehmed

    'Hêzên Tirkiyeyê 15-17 km ketine nava axa Herêma Kurdistanê'

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 10

    Ev bêtirî mehekê ye ku nûçe û peyam tên dan ku Hêzên Artêşa Tirkiyeyê ketine nav axa Herêma Kurdistanê û şevê din jî balafirên şerî Artêşa Tirkiyeyê bo du saetan di ser ezmanê nahiyeya Sîdekanê ya bi ser Qezaya Soranê re firiyane û piştî hinek dever bombebaran kirine, vegeriyana Tirkiyeyê.

    Cîbicîkarê Karûbarê Nahiyeya Sîdekanê Şewket Ehmed duh ji Spûtnîk Kurdistanê re ragihand ku îşev balafirên şerî yên Tirkiyeyê saet 8an li ezmanê Sîdekanê geiryan, Xakûrk, Geliyê Reş, Bermêze, Darîziyan û çend deverên din bombebaran kirin."

    Ehmed got ku balafirên Tirkiyeyê nêzîkî gundê Dariziyanê bombebaran kiriye ku ew gund ava ye û xelk tê de ye lê xweşbextiya me ew e ku bombebarankirina balafirên Tirkiyeyê hîç zirareke canî û madî çênekiriye lê em nizanin heta niha nizanin bê çi ziyan gihiştiye endamên PKKê.

    Herwiha Ehmed diyar kir ku wan prianiya ew deverên tên bombebarankirin ji bo demeke gelekî girêj hiştine û niha endamên PKKê tê de ne.

    "HÊZÊN TIRKIYEYÊ XALEKE KONTROLÊ AVA KIRIYE"

    Cîbicîkarê Karûbarê Nahiyeya Sîdekanê Şewket Ehmed got, "Hêzên Tirkiyeyê li hinek cihan 15 heta 17 kîlometreyan ketine nav xaka Kurdistanê û li nêz gundê Hêşme Zalgehek an jî xaleke vekolînê li ser kolanê daniye û ev sê roj in pêşketina wê di nav xaka Kurdistanê de rawesiyaye lê hatina wan hêzên Tirkiyeyê metirsî li ser gundên Hêşme û Bermîzeyê çêkiriye, ji ber ew gund ava ne û xelk lê dijî ku ditirsin bikevin ber êrîşên hêzên Tirkiyeyê û endamên PKKê".

    "ARTÊŞA TIRKIYEYÊ PIŞTÎ ŞERÎ, JI TIRSA PKKÊ TEVAHIYA DEVERÊ DIDA BER TOP Û MOŞEKAN"

    Li ser pevçûnê navbera Hêzên tirkiyeyê û PKKê de li wan deveran jî Şewket Ehmedî got, "tenê ev sê roj in, şer çênebûye lê berî niha her roj û şev, endamên PKKê êrîşî dikir ser hêzên Tirkiyeyê û şer giran dibû, pişt re jî PKKê vedikişiyan û hêzên Tirkiyeyê jî tevahiya deverê dida ber top û moşekan ji tirsa PKKê."

    AXIFTINA ŞEWKET EHMEDÎ

    Bi heman mijarî:

    Rojnameya Îsraîlê: Têkiliyên Tirkiye û Erebistana Siûdî bi dawî dibin
    PDK-S: Bila Tirkiye çekdaran ji Efrînê derxe
    Etîketan:
    Artêşa Tirkiyeyê, PKK, Îhsan Çelebî, Dîsekan, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de