01:05 21 Nîsan 2018
    hêzên amerîkî Rojava

    ‘Trump bi biryara vekişandina ji Sûriyeyê dixwaze çekan bifroşe welatên kendavê'

    © REUTERS / RODI SAID
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 01

    Rojnamevan û nivîskar Nevzat Çiçek, biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a vekişandina ji Sûriyeyê û pêşniyara Serokomarê Fransayê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê şîrove kir.

    Rojnamevan û nivîskar Nevzat Çîçek ji bo daxuyaniya Trump a ku gotibû ‘ em ê demeke nêzîk hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişînin' got: "Beriya her tiştî divê em bizanibin gelo ev biryara vekişandina hêzên amerîkî ji Sûriyeyê biryara Trump e an ya Washîngtonê ye. Lewma divê em li benda daxuyaniya CIA, Pentagon û Wezareta Derve bisekinin. Her çiqas heta niha daxuyaniyên wiha nehatibin dayîn jî em dizanin ku polîtîkaya Trump a Sûriyeyê ji aliyê hêzên amerîkî yên din ve nayê qebûlkirin."

    ‘AMERÎKA NIKARE DI DEMEKE KIN DE JI SÛRIYEYÊ VEKIŞE'

    Nivîskar Nevzad Çiçek di axaftina xwe de got: "Di axaftina Trump de peyveke pir balkêş hebû ku digot ‘êdî li wir bila xwe bixwe bi hev ve eleqedar bibin'piştî axaftina Trump daxuyaniya Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron dewrkirina erkê tîne heşê mirov û divê pêşî em li vê temaşe bikin. Ez îhtîmala ku Amerîka di demeke kin de ji Sûriyeyê vekişe nabînin, lê eger vekişe wê cihê xwe ji kesî re bihêle an na. Ji xeyrî vê em dikarin mijarê ji aliyê ekonomîk ve jî binirxînin ku dibe Trump bi vê hemleyê dixwaze çekan bifroşe welatên kendavê an jî welatên dijberê Îranê."

    ‘TRUMP DIXWAZE TÊKILIYÊN TIRKIYE Û RÛSYAYÊ TÊK BIBE'

    Nevzad Çiçek di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em dikarin vê daxuyaniya Trump wek têkbirina têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê jî şîrove bikin. Piştî Trump daxuyaniya Emmanuel Macron ku got ‘me bi Amerîkayê re li hev kir' pir girîng e ji bo ku wê hejmara aktoran li Sûriyeyê zêde bibe û ev zelal e. Mimkine ku Amerîka bi zêdebûna aktoran dixwaze tehdîdên Rûsya û Îranê bipîve. Jixwe Fransa bi Amerîkayê re niha li sehayê operasyonê dimeşîne û zêdetirî 100 leşkerên wê berê tevlî perwerdeya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bibûn. Lewma çûna Fransa ya Sûriyeyê ne tiştekî nû ye. Ji her tiştî zêdetir ya pêşî, piştî daxuyaniya Fransayê ji xeyrî Tirkiyeyê wê Îran û Rûsyaçi bibêjin ev girîng e û ya duyemîn jî bizêdebûna aktoran wê Amerîka desthilatiya xwe dewr bike an na. Li gor min zêdetir Amerîka dixwaze vê mijara dewrkirina desthilatê dixe rojevê."

    Bi heman mijarî:

    Tirkiyeyê bertek nîşanî pêşniyara Macron a YPGê da: Ji cidiyetê dûr e
    Macron: YPG jî tê de me soza piştgiriyê da rayedarên Kurd
    Trump ji Macron re: Divê hevkariya bi Tirkiyê re ya di mijara Sûriyê de bê zêdekirin
    Macron û Erdogan axivîn: Li Efrînê aramiya xelkê sivîl hatiye dabînkirin
    Macron: Em dê ti carî piştgiriyê nedin destwerdana Tirkiyeyê ya li Efrînê
    Trump û Macron li ser agirbesta li Sûriyeyê li hev kir
    Etîketan:
    Biryara Trump a vekişandina ji Sûriyeyê, Nevzad Çiçek, Fransa, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de