17:25 20 Nîsan 2018
    Emmanuel Macron û Recep Tayyip Erdogan

    Erdoganî bersiv da Macronî: Min dît tiştên ecep dibêje

    © AFP 2018 / Eric FEFERBERG
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di derbarê gotinên Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron de ku diyar kiribû, "Me soza piştgiriyê YPG jî di nav de da kurdan û dê leşker bişînin Minbicê' de got: "Min hefteya borî Macron re axivîm. Min dît tiştên ecep dibêje. "Ew frekansa ku min pê jê re got, hinekî bilind çêbû lê neçar mam bibêjim"

    Erdogan, "Dibêjin me garantiya piştgiriyê da YPGê, li gotinan binêrin. Eger ew gotina em dikarin di navbera Tirkiye û HSDê de navbeynkariyê bikin, rast be, ew kes ji bejna xwe mezintir diaxive. Kî vê peywirê da te. Tiştên ku ji bejna te mezintire neke. Dibe hûn bi rêxistinên terorî re rûnin heman maseyê, lê em teqez tiştek wiha nakin. Ji îro şûnde mafê Fransayê tineye ku ji çalakiyên terorî gilîdar be."

    Erdogan destnîşan kir ku, "Divê Fransa ji pirsgirekên ku derdikevin holê re amade be. Ji bo ku fêm bikin em di vî mijarî de tinazan nakin, em ê çi bibêjin. Niha difikirin ku terorîstên profesyonel ên vegeriyan malen xwe dê çawa bikin. Mijara PYDê jî dê heman be."

    Bi heman mijarî:

    Serokkomariya Fransayê: Operasyona Tirkiyeyê li Minbicê 'nayê qebûlkirin'
    Peşmergeyekî PDKÎyê li Soranê di encama êrişa çekdarî de hat kuştin
    Bozdag: Fransa wê piştgiriya Tirkiyeyê winda bike
    DYA: Biryara Rûsyayê a dersînorkirina dîplomatan pêwendiyan nebaştir dike
    Etîketan:
    HSD, Emmanuel Macron, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de