04:21 20 Nîsan 2018
    Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu

    Çavuşoglu ji Fransayê re: Tu kî yî?

    © AFP 2018 / NICHOLAS KAMM
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu bertek da pêşniyara Fransayê ya navbeynkariya navbera YPG û Tirkiyeyê û got, "tu kî yî?".

    Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macronî duh ragihandibû ku "dikarin di navbera HSD û Tirkiyeyê de navbeynkariyê bikin. Fransayê bi Amerîkayê re li hev kir. dê  leşkeran bişînin Minbicê."

    Çavuşoglu civîneke çapemeniyê bi rê ve dbir û wiha got: Berî herî tiştî min îro ji wezîrê derve re got. Pêşwazîkirina vê rêxistina terorê di asta herî bilind de, di bingehê xwe de nîşan dide ku Fransa di mijara rêxistinên terorê de du-standardan dimeşîne. Ji aliyê din ve jî min pirsî eger nûnerên kesên êrîşên terorê li Fransayê dikin li kûliyeya serokkomarê me werin pêşwazîkirin, dê çi bifkire? Dibe ku YPG êrîşî Fransayê nekiribe. Lê YPG-PKK rêxistineke terorê ye ku bûye sedema kuştina 40.000 kesan. Fransa ne rastbêj e, em di rûyê wan de dibêjin. Ji aliyê din ve, Pêşniyara Fransayê ya ku navebeynkariyê di navbera me û HSDê yan jî navê çi be jî ne giring e…bi rastî jî nayê qebûlkirin. Fransa di her mijarê de navbeynkariyê dike, her tê gotin ku ez rolekê dilîzim, her dem li Rojhilata Navîn li ortê dimîne. Ev ne ji bo bidestixstina encamekê ye lê ji bo bibêje, 'ez heme."

    "DAXUYANIYÊN TAKEKESÎ YÊ TRUMPÎ NE"

    Trump got, "Hebûna me ya li Sûriyeyê DAIŞ bû. Ti sedemeke din nebû. Em bi giştî gihîştine wê armanca xwe. Em ê di demeke nêzîk de ji Sûriyeyê vekişin. Bila yên din bi wir ve mijûl bibin."

    Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê got, "Trumpî her dem ji me re gotiye ku dixwaze ji Sûriyeyê vekişe. Lê em fêm dikin ku ev daxuyaniyeke wî ya takekesî ye. Em dikarin niyeta rast a Amerîkayê di vê mijarê de di civîna koma xebatê ya îro de bibînin. Me şêwirmendên xwe şandin."

    Bi heman mijarî:

    Fransa helwesta xwe yê derbarê referandûmê de eşkere kir
    Macron: Fransa bi taybet ne li dijî serxwebûna Kurdan e
    ‘Fransa di mijara referandûmê de xwe li pişt Amerîkayê vedişêre’
    Etîketan:
    YPG, HSD, DAIŞ, Donald Trump, Recep Tayyip Erdogan, Emmanuel Macron, Fransa, Sûriye, Amerîka, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de