07:22 24 Nîsan 2018
    Mevlut Çavuşoglu

    Di navbera Tirkiye û Fransayê de dîplomasiya Minbiçê

    © REUTERS / Muhammad Hamed
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî îdiaya çapemeniya Fransayê ku got, "Fransa wê leşkeran bişînê Sûriyeyê" Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu bi hempîşeyê xwe yê frensî re bi telefonê axivî. Balyozê Fransa yê li Enqereyê jî derbarê mijarê de Berdevkê Serokomariyê agahdar kir.

    Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu piştî daxuyanî û pêşniyaza Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ku gotibû, "Em ê leşkeran bişînin Minbiçê û em dixwazin di navbera HSD û Tirkiyeyê de navbeynkariyê bikin" bi hempîşeyê xwe yê frensî Jean-Yves Le re bi telefonê axivî. Herwiha Balyozê Fransa yê li Enqereyê jî derbarê mijarê de Berdevkê Serokomariyê İbrahim Kalin agahdar kir.

    Ji aliyê din ve Berdevkê hikumeta Tirkiyeyê Bekir Bozdag jî li ser hesabê xwe yê twettirê da zanîn ku Macron bi vê biryarê piştgiriyê dide rêxistinên ku li dijî Tirkiyeyê têkoşînê didin. Herwiha piştgiriya PYD/YPGê nayê qebûlkirin. Yên ku piştgiriya wan rêxistinan bikin wê piştgiriya Tirkiyeyê winda bikin û em naxwazin Fransa ji avêtina gavên rasyonel dûr bikeve.

    Bi heman mijarî:

    Tirkiyeyê bertek nîşanî pêşniyara Macron a YPGê da: Ji cidiyetê dûr e
    Macron: YPG jî tê de me soza piştgiriyê da rayedarên Kurd
    Trump ji Macron re: Divê hevkariya bi Tirkiyê re ya di mijara Sûriyê de bê zêdekirin
    Macron û Erdogan axivîn: Li Efrînê aramiya xelkê sivîl hatiye dabînkirin
    Macron: Em dê ti carî piştgiriyê nedin destwerdana Tirkiyeyê ya li Efrînê
    Etîketan:
    Navbeynkarî, Fransa, Leşker, Minbiç, Mevlut Çavuşoglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de