10:25 23 Nîsan 2018
    Bekir Bozdag

    Bozdag: Fransa wê piştgiriya Tirkiyeyê winda bike

    © AP Photo / Burhan Ozbilici
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Berdevkê hikumeta Tirkiyeyê Bekir Bozdag, bertek nîşanî gotinên serokomarê Fransayê Emmanuel Macron da ku gotibû, "YPG jî di nav de em ê piştgiriyê bidin Kurdan û leşkaran bişînin Minbiçê." Bozdag, "Yên ku piştgiriyê bidin PYD/YPGê wê piştgiriya Tirkiyeyê winda bikin."

    Berdevkê hikumeta Tirkiyeyê Bekir Bozdag, derbarê daxuyanî û pêşniyaza serokomarê Fransayê Emmanuel Macron de ku gotibû 'em dixwazin navbeynkariya dewleta Tirkiyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bikin' de axivî û bertek nîşanî gotinên Macron da.

    Bozdag li ser hesabê xwe yê twettirê de da zanîn ku Macron bi vê biryarê piştgiriyê dide rêxistinên ku li dijî Tirkiyeyê têkoşînê didin. Herwiha piştgiriya PYD/YPGê nayê qebûlkirin. Yên ku piştgiriya wan rêxistinan bikin wê piştgiriya Tirkiyeyê winda bikin û em naxwazin Fransa ji gavên rasyonel dûr bikeve.

    Macron duh ragihandibû ku, "Em dikarin di navbera HSD û Tirkiyeyê de navbeynkariyê bikin. Fransayê bi Amerîkayê re li hev kir. Emê leşker bişînin Minbicê."

    Bi heman mijarî:

    Tirkiyeyê bertek nîşanî pêşniyara Macron a YPGê da: Ji cidiyetê dûr e
    Macron: YPG jî tê de me soza piştgiriyê da rayedarên Kurd
    Trump ji Macron re: Divê hevkariya bi Tirkiyê re ya di mijara Sûriyê de bê zêdekirin
    Macron û Erdogan axivîn: Li Efrînê aramiya xelkê sivîl hatiye dabînkirin
    Macron: Em dê ti carî piştgiriyê nedin destwerdana Tirkiyeyê ya li Efrînê
    Etîketan:
    Minbiç, Macron, HSD, PYD, Bekir Bozdag, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de