02:27 25 Gulan 2018
    Emmanuel Macron

    Tirkiyeyê bertek nîşanî pêşniyara Macron a YPGê da: Ji cidiyetê dûr e

    © REUTERS / Charles Platiau
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin di peyama xwe de bertek nîşanî daxuyaniya Macron ku gotibû ‘YPG jî di nav de me garantî da kurdan û em ê leşker bişînin Minbicê' da.

    Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin li ser hisabê xwe yê medya civakî peyamek weşand û bertek nîşanî daxuyaniya Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ku gotibû ‘em dikarin di navbera Tirkiye û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de navbeynkariyê bikin da.

    Îbrahim Kalin di peyama xwe ya Twitterê de got: "Helwesta Tirkiyeyê li hemberî PKK/PYD/YPG ku dixwaze di bin navê HSDê de xwe meşrû bike zelal e. Em pêşniyarên wek diyalog, pêwendî û navbeynkariyê ya navbera Tirkiyeyê û van rêxistinan red dikin û ji cidiyetê dûr dibînin."

    ​Kalin di berdewamiya peyama xwe de got: "Li şûna gavavêtinên meşrûkirina van rêxistinan welatên dost û hevalbend bila helwesteke zelal li hemberî rêxistinan nîşan bidin. Navên cuda nasnemeya rêxistinan venaşêrê."

    Bi heman mijarî:

    Macron: YPG jî tê de me soza piştgiriyê da rayedarên Kurd
    Etîketan:
    Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê, Emmanuel Macron, Îbrahim Kalin, Fransa, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de