21:28 24 Nîsan 2018
    telefon

    Doktorê ku bi hinceta Blockê ji karê xwe bû, întîhar kir

    © Sputnik /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê Îzmîra Tirkiyeyê doktorek bi hinceta ku Bylock bikaraniye ji wezîfeyê hatibû dûrxistin. Doktor piştî vê biryarê li nexweşxaneya ku dixebitî întîhar kir û derket holê ku di telefona Dr. Hasan Orhan Ç. de Bylcok nehatiye bikaranîn.

    Qesra Serokomariyê - Lijneya Wezîran
    © REUTERS / Yasin Bulbul/ Cumhurbaşkanlığı
    Li gor nûçeya DHAyê doktorê li Nexweşxaneya Lêkolînê a Zanîngeha Çelebi wezîfedar bû bi hinceta endamtiya FETO û Bylockê derbarê wî de lêpirsîn hat vekirin û paşê jî ji kar hatibû avêtin. Dr. Hasan Orhan Ç. Piştî vê biryarê di 19ê sibata 2017an de li nexweşxaneya ku dixebitî ji qatê 10an xwe berda xwarê û jiyana xwe winda kir.

    Di lêkolîna derbarê Orhan Ç. de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya ÎzmÎrê ve dihat meşandin de derket holê ku di telefona doktor Hasan Orhan Ç. de pergala ragihandinê ya rêxistinê Bylock nehatiye tespîtkirin. Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê derbarê bûyerê de daxuyand ku divê kesên ku bûn sedema mirina doktor bên cezakirin û herwiha ti bûyerên wisa carek din pêk neyên.

    Bi heman mijarî:

    ‘Di lîsteya ByLock a MÎTê de 61 wezîr û parlamenter hene'
    Kiliçdaroglu: Di nava desthilatê de derdora 120 û 180 ên ku ByLock bikar anîne hene
    Kiliçdaroglu: Bila lîsteya parlamenterên ku ByLock bi kar anîne were eşkerekirin
    Îdîaya ku di telefona Altintaş de ByLock barkiri bû
    Etîketan:
    Întîhar, Bylock, FETO, DHA, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de