05:51 20 Nîsan 2018
    Çek

    Li Mêrdînê notirvanê taxê ligel çend kesan keçeke 19 salî revand

    © Sputnik / Regis Duvignau
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku şeva borî li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê notirvanê taxê yê bi navê Şerif T. bi çend kesên çekdar re keçeke 19 salî ya bi navê Berfin G. revand.

    Li gorî agahiyên malpera Gazete DuvaRê şeva borî li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê keçeke 19 salî ya bi navê Berfin G. ya ku bi dayika xwe re ji nexweşxaneyê vedigeriya, ji aliyê notirvanê taxê yê bi navê Şerif T. û çend kesên çekdar ve hat revandin.

    Bûyer duhî li navçeya Dêrikê ya bajarê Mêrdînê rûda. Li gorî agahiyan hat diyarkirin ku Berfin G. gava bi dayika xwe re ji nexweşxaneyê vedigeriya ji aliyê 3-4 kesên çekdar ve riya wan hat birîn. Ew kesên çekdar gule bera hewayê dan û keça bi navê Berfin G.yê bi darê zorê li wesayitê siwar kir û revand.

    Jina ku xwest nehêle keça wê were revandin jî li erdê hat xijkirin. Piştî giliyê malbatê notirvanê taxê Şerif T. ji peywirê hat dûrxistin. Polîs li Berfin G. ya hat revandin û kesên ku ew revandin digere.

    Bi heman mijarî:

    39 karkerên ku hatibûn revandin kuştî hatin dîtin
    Hêza dijteror bijîşkek û parêzvanê berê yê Necmedîn Kerîm revandin
    Rêxistina terorîst 94 şagirtên keç revandin
    Cîgirê waliyê Mûsilê yê berê li Stenbolê hatiye revandin
    Etîketan:
    revandin, Berfin G, Şerif T, Mêrdîn, Dêrik
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de