19:01 25 Nîsan 2018
    Mehmet Altan

    Dadgehê îtîraza Mehmet Altan cardin red kir

    © Sputnik / Cesim İlhan
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Dadgeha 26em a Cezaya Giran ya Stenbolê îtîraza Mehmet Altan yê ku bi hinceta endamtiya FETOyê hatibû girtin cardin red kir. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê biryara binpekirina ‘mafê azadiyê û parastinê' da ku altan serbest bê berdan, lê ji ber ku biryara Dadgeha Mafê Mirovan radestî dadgeha heremî nehatiye kirin, tehliye cardin hat redkirin.

    Li gor nûçeya Cumhuriyetê nivîskar û akademisyen Mehmet Altan di 10ê Îlona 2016an de hatibû binçavkirin, di 22ê Îlonê de jî bi hinceta endamtiya FETOyê hatibû girtin û şandibûn girtîgehê. Altan di 8ê Mijdara 2016an de serî li Dadgeha Destûra Blilind da. Derbarê Mehmet Altan de piştî girtina wî bi 7 mehan îdianame hat amadekirin ku bi sûcê teşebusa darbeye ve hat sûcdarkirin.

    Ji aliyê din ve Dadgeha Destûra Bilind di 11ê Rêbendana 2018an de serîlêdana altan nirxand û bi pirdengî biryara ku mafê azadî û parastinê hatiye binpekirin da. Parêzerên Mehmet Altan jî serbestberdanê tehliyeya muwekîlên xwe xwestin lê ji aliyê dadgeha heremî ve hat red kirin.

    Di 16ê Sibata 2018an de dadgeha ku tehliyeya Altan red kir cezaya muebbetê lê birrî. Herwiha Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê jî biryara binpekirina ‘mafê azadiyê û parastinê' da, lê ji ber ku biryara Dadgeha Mafê Mirovan radestî dadgeha heremî nehatiye kirin, berdewamiya girtina Mehmet Altan hat dayin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Madem FETO qediyaye çima Rewşa Awarte dewam dike?'
    Endamên Weqfa Furkanê ji ‘îstismara ol û baweriyê’ û 'FETO-PKK û DAIŞ'ê hatin girtin
    ‘Têkiliya girtiyê FETO bi suîqesta Karlov re derket'
    Parêzerê Kemal Kiliçdaroglu ji doza FETO hat binçavkirin
    Etîketan:
    Dadgeh, Darbe, Ceza, FETO, Cumhuriyet, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de