09:52 20 Nîsan 2018
    Binali Yildirim

    Serokwezîrê tirk li ser partiya nû ya li Bakurê Sûriyeyê axivî

    © REUTERS / Costas Baltas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 02

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim Partiya Sûriyê ya Pêşerojê nirxand û got, "Ji bo demekê dikarin hinek dostên me bixapînin lê nikarin Tirkiyeyê bixapînin."

    Beriya 2 rojan li bajarê Reqqayê bi beşdarbûna 700 nûnerên kurd, ereb, tirkmen û suryaniyan civînek hat lidarxistin û di encamê de Partiya Sûriyê ya Pêşerojê hat avakirin. Serokwezîrê tirk Binali Yildirim li Balfrixaneya Esenboga ya li Enqereyê derbarê mijarê de axivî û ev tişt gotin:

    "Me her tim got, ev her tim nav û cihên xwe diguherînin. Li Sûriyeyê bi navekî din, li Iraqê jî bi navekî din derdikevin pêşberî me. Em van baş nas dikin. Dibe ku ji bo demekê hinek dostên me bixapînin lê nikarin Tirkiyeyê bixapînin."

    Yildirim li ser tifaqa navbera AKP û MHPê de jî anî ziman ku ew yasaya tenê ji bo tifaqa hilbijartinên giştî û serkomariyê ye û got, niha di rojeva me de ji bo hilbijartinên herêmî tifaq tune ye.

    Bi heman mijarî:

    Partiyeke nû li Bakurê Sûriyeyê tê damezirandin
    Partiyeke Kurdistanê beşdarî hilbijartinên Iraqê nabe
    Li Tirkiyeyê bi navê Partiya Yekîtiya Otukenê partiyeke nijadperest hat damezrandin
    ‘Em ê Amerîka û Tirkiye ji Sûriyeyê derxînin'
    Pisporê rûsî: Damezirandina Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê gaveke karîger a Amerîkayê ye
    'Kurdan xeletî kir ku artêşa Sûriyeyê neket Efrînê'
    Etîketan:
    Serokwezîrê Tirkiyeyê, Binali Yildirim, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de