18:40 20 Gulan 2018
    Ayhan Bilgen

    Bilgen ji bo tiifaqa bi HUDA-PARê re got: Em nabêjin qet nabe

    © Sputnik / Cesim İlhan
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 21

    Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen derbarê tifaqa HDPê ya ligel HUDA-PARê de got, "Divê em vê mijarê ne tenê bi saziyên partiya xwe re, divê em ligel aliyên civakî yên ku bi hevdu re tevdigerin jî nîqaş bikin. Em nabêjin, ‘Teqez bi wî re nabe'."

    Berdevkê HDPê û Parlamenterê Qersê Ayhan Bilgen di axaftina xwe ya ji bo RS FMê de behsa nêrîna partiya xwe ya li ser tifaqên navbera partiyan kir.

    Bilgen derbarê mijarê de got, "Ji berk u li Tirkiyeyê siyaset li ser xeta parlamentoyê tê meşandin, mixabin mixalefeta li derveyî parlamentoyê nikare denge xwe bide bihîstin. Ji bo em naveroka têgeha demokratîzekirina Tirkiyeyê dabigirin, divê em pêşiyê him bi tevgerên cuda yên kurdan re him jî bi tevgerên civakî û partiyên siyasî yên li rojava re hevkariyê bikin."

    Bilgen li ser gotina Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu "Dibe ku em bi HDPê hevdîtina tifaqê bikin" jî got, "Divê em vê mijarê ne tenê bi saziyên partiya xwe re, divê em ligel aliyên civakî yên ku bi hevdu re tevdigerin jî nîqaş bikin. Nabe ku em bibêjin ‘Qet bi wî re nabe'. Lê di encamê de bîra dîrokê jî heye. Divê ev bîra baş were xwendin, baş were fêmkirin û ji bo ev bîr çi qas ji hevkariyê re guncaw e, pêwîstî bi zelalbûnê heye. Bêyî cudahiyê têxim nav dibêjim, tevgerên siyasî bi şaşiyên rabirdûyê re çi qas rûbirû bibin, dê ew qas derfeta hevkariyê bibînin."

    Bi heman mijarî:

    Bilgen: Dixwazin HDPê bi operasyonên daraz û serrastkirinên qanûnê têk bibin
    Pirtûka Bilgen bi hinceta ‘madeya qedexekirî' nexistin girtîgehê
    Bilgen: Derdê Erdogan statuya kurdan e
    Ayhan Bilgen: Hûn ji goristanan ditirsin
    Bilgen bertek nîşanî nîqaşên li ser navan da: Neheqiyeke mezin e
    Etîketan:
    tifaq, HUDA-PAR, Berdevkê HDPê, Ayhan Bilgen, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de