04:54 21 Nîsan 2018
    Recep Tayyip Erdogan

    ‘Divê Erdogan dev ji dîrektîfdayîna dadgehan berde'

    © Photo: REUTERS/Stringer
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wekîlê Serokê Grûba CHPê Ozgur Ozel di axaftina xwe de ragihand ku divê êdî Serokomar Recep Tayyip Erdogan dev ji dîrektîfdayîna dadgehan berde.

    Wekîlê Serokê Grûba CHPê Ozgur Ozel di axaftina xwe de bangî Serokomar Recep Tayyip Erdogan ku ji berpirsên Yekîtiya Ewropayê re gotibû ‘ez ji edaletê ne mezintir im, mijar ketiye destê darezayê' kir û got: "Di dozên ku hemwelatiyên Tirkiyeyê têne darezandin de divê êdî Erdogan dev ji dîrektîfdayîna dadgehan berde."

    Ozgur Ozel di berdewamiya axaftina xwe de behsa dozên Şahin Alpay û Mehmet Altan ku Tirkiye ji aliyê Dadgeha Mafê Mirov a Ewropayê (DMME) ve hatin mehkûmkirin kir û got: "Osman Kavala ev 5 mehin girtî ye. Têkiliyên Kavala berê bi desthilatiya AKPê re baş bûn, lê rasterast ji aliyê Erdogan ve wek qurban hatiye hilbijartin. Berî ku ji DMMEyê cezayê nû werin partiya desthilat divê helwesta xwe ya Rewşa Awarte, dareza û girtinan ji çav derbas bike."

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn û Erdogan bi rêya telafonê axivîn
    "Erdogan û DAIŞ wekî du rûyên pereyekî ne'
    ‘Ji ber ku Erdogan ditirse bê jehrîkirin tehmkarên xwe jî bi xwe re digerîne’
    Erdogan: Iraq li Şingalê bi ser nekeve, em ê tiştê pêwîst bikin
    Erdogan: Em ê di demeke kurt de Tel Rifetê jî kontrol bikin
    Erdogan: ASAya ku na ecibînin di operasyona Efrînê de 302 wendahî dan
    Etîketan:
    Wekîlê Serokê Grûba CHPê, Serokomarê Tirkiyeyê, REcep Tayyip Erdogan, Ozgur Ozel, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de