02:20 25 Gulan 2018
    amed-operasyon-pasûr-leşker-şer-pevçûn-çiya-şewat

    Balafirên Tirkiyeyê dîsa gundê Saye, Sêwek û Helemûnê bombebaran kirin

    © Sputnik /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 12

    Hat ragihandin ku balafirên şer ên Hêza Hewayî yên Tirkiyeyê dîsa çiyayê Akoyan û gundê Saye, Sêwek û Helemûn a navçeya Rewandiza Silêmaniyê bombebaran kirin.

    Li gor zanyariyên berdest, balafirên şer ên Hêza Hewayî yên Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê dîsa çiyayê Akoyan û gundê Saye, Sêwek û Helemûn a navçeya Rewandiza Silêmaniyê bombebaran kirin. Qeymeqamê Rewandizê Kwêstan Ehmed ragihand ku balafirên bêpîlot ên Tirkiyeyê du roj in bi ser esmanên Qendîl, Rewandiz û Soranê ve difirin.

    Qeymeqam Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de got: "Şevê din seet derdora 21.00an 2 balafirên şer ên Tirkiyeyê 3 caran gundê Saye, Sêwek û Helemûn ên geliyê Akoyana bi ser navçeya Rewandizê bombebaran kirin."

    Ehmed di dirêjiya axaftina xwwe de got: "Herdu gund demsalî ne, lê di vê demsalê de cotkar her roj bi çandinî û xwedîkirina mêşhingivan mijûl in û bombebarankirina wan, xelkê wê deverê bi zirarên malî, tirs û xetereyê rûbirû dike."

    Bi heman mijarî:

    Yekem balafir ji balafirgeha Silêmaniyê ber bi Siûdî ve firiya
    Balafir bi ser avahiyekê de ket: 7 mirî
    ‘Di ser mala Messi re balafir nikarin derbas bibin'
    'Balafir bi 71 rêwiyên xwe ne li hewa, li erdê teqiya'
    Li Norwecê balafir ket: Mirî hene
    Etîketan:
    Balafşirên Tirkiyeyê dîsa Herêma Kurdistanê bombebaran kirin, Kwêstan Ehmed, Rewandiz, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de