02:42 28 Gulan 2018
Polîs li ber avahiya HDPê ya Amedê

‘Ji rojnamevanên desteserkirî re pêşniyaza sîxurtiyê tê kirin'

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Rojnamevana Jin Newsê Duygu Erol hefta borî li Enqereyê hatibû desteserkirin. Li gor îdiaya Erol di dema desteserkirinê ji aliyê hin kesan ve pêşniyaza sîxurtiyê jê re hatiye kirin.

Nûçegîhana Jin Newsê Duygu Erol beriya niha bi hefteyekî di operasyonên li Enqereyê hatibûn li darxistin de ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin. Herwiha Erol piştî ku serbest hat berdan îdia kir ku dema desteserkirî bû ji aliyê hin kesên ku xwe wek xebatkarên Saziya Ewlehiya Civakî (KGK) dane nasîn, pêşniyaza sîxurtiyê li şexsê wê hatiye kirin.

Herwiha Duygu Erol wiha axivî: "Di dema binçavkirinê de hin kesên jin ku xwe wek xebatkarên Saziya Ewlehiya Civakî (KGK) dane nasîn, pêşniyaza sîxurtiyê li min kirin. Pêşniyaza wan ew bû ku dixwestin ez ji wan re sîxurtiyê bikim, paşê jî wê min serbest berdin. Lê heke ez pêşniyazê qebûl nekim min tehdit kirin ku heta salekê ezê di girtîgehê de mehkûm bimînim."

​Duygu Erol da zanîn ku wan kesan ji bo qanîkirina min 3 rojan xebitîn e lê pêşniyaza wan qebûl nekiriye, ji aliyê din ve jî eşkere kirine ku gellek rojnamevan bi wan re dixebitin.

Bi heman mijarî:

Li Enqerê gelek rojnamevan û rêveberên HDPê hatin binçavkirin
Juncker: Li Tirkiyeyê heta ku rojnamevan girtî bin di têkiliyên me de pêşveçûn çênabe
Sala borî li lraqê 36 rojnamevan hatine kuştin û birîndarkirin
Hûsiyan peyamnêrê Spûtnîkê jî di nav de 41 rojnamevan berdan
Etîketan:
Rojnamevan, sîxur, binçavkirin, Duygu Erol, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de