03:16 23 Nîsan 2018
    İncirlik Üssü

    Amerîkayê dîsa derbarê baregeha Incirlikê de daxuyaniyek da

    © AFP 2018 / Tarık Tınazay
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balyozxaneya Amerîkayê li Enqereyê li ser hesabê xwe yê fermî yê medyaya civakî de derbarê îdîayên ku Amerîka ji baregeha Incirlikê ya li bajarê Adanayê vedikişe de daxuyaniyek da û ew îdîa red kirin.

    Balyozxaneyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku dê ji baregeha Incirlikê dernekevin û ew îdîayên dibêjin dê jê derkevin jî derew in.

    Berî niha jî Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) derbarê mijarê de daxuyaniyek dabû. CENTCOMê di daxuyaniya xwe de gotibû, "Amerîka ne ji Baregeha Încirlikê ya li Tirkiyeyê ne jî ji Baregeha El Ûbeydê ya li Qatarê derdikeve. Agahiyên derbarê vê yekê şaş û bêbingeh in."

    ​Ji aliyê din ve, hat dîtin ku gelek balafirgehên kargoyê yên Hêzên hewayî yên Amerîkayê ji baregeha Incirlikê radibin û dadikevin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li navenda Efrînê tankeke Tirkiyeyê hat teqandin: 9 leşker hatin kuştin
    YNK: Divê sînorek ji êrîşên Tirkiyeyê re were danîn
    Macron: Em dê ti carî piştgiriyê nedin destwerdana Tirkiyeyê ya li Efrînê
    Li bajarên Tirkiyeyê operasyon: 73 kes hatin desteserkirin
    Şimşek: Pirsgirêkeke herî mezin ya Tirkiyeyê enflasyon e
    Hejmara kesên bêkar li Tirkiyeyê 124 hezar kes zêde bû
    Etîketan:
    Amerîka, Tirkiye, Qeter, Adana
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de