00:59 21 Nîsan 2018
    Efrîn

    Berdevkê KREyê: Em qebûlnakin ti kesekî biyanî li Efrînê were bicihkirin

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 14

    Berdevkê Kongreya Rizgarkirina Efrînê (KRE) ku çend roj berê li bajarê Dîloka Tirkiyeyê hat avakirin Hesen Şindî derbarê KREyê û rewşa dawî ya li Efrînê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re axivî.

    Berdevkê Kongreya Rizgarkirina Efrînê (KRE) ku çend roj berê li bajarê Dîloka Tirkiyeyê hat avakirin Hesen Şindî derbarê KREyê û rewşa dawî ya li Efrînê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re axivî. Şindî di axaftina xwe de ragihand ku ji bo vegera xelkên sivîl ên efrînî hevdîtinên me bi Tirkiyeyê re dewam dikin.

    ‘EM ÇEND LIJNEYÊN WEK ABORÎ, PÊWENDÎ Û ALÎKARIYÊ SAZ DIKIN'

    Berdevkê KREyê Hesen Şindî di axaftina xwe ya Spûtnîkê de got: "Civînên me yên kongreyê ji bo sazkirina meclîsan dewam dike. Niha ji nava endamên kongreyên em çend meclîsên wek Lijneya Aborî, Lijneya Eleqat û Lijneya Alîkariyê saz dikin. Ya duyem, ji bo vegera xelkê sivîl ê Efrînê û xebata meclîsan li bajêr em bi hikûmeta Tirkiye û Opozîsyonê re hevdîtinan pêk tînin. Berî her tiştî em dixwazin xelkên sivîl vegerin cih û warên xwe. Zêdetir hevdîtinên me bi Tirkiyeyê re jî ji bo vegera xelkê sivîl e."

    Hesen Şindî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Çend hevalên me ku ji aliyê kongreyê ve hatine tayînkirin niha li Efrînê dixebitin. Ez naxwazim navê wan hevalan eşkere bikim, lê niha ew kesên wezîfedar bi awayekî objektîf li qadê lêkolînan dikin û bi şêweyê raportî kongreyê agahdar dikin. Em jî di civînan de raportên ku tên dinirxînin û li gor wan amadehiyan dikin. Herwiha em hewl didin ku li Efrînê mayîn û bombeyan bidin paqijkirin û alîkariyên wek aborî û tendirustî ya xelkê sivîl bikin."

    ‘EM QEBÛLNAKIN TI KESÊN BIYANÎ LI EFRÎNÊ WERIN BICIHKIRIN'

    Şindî di dirêjiya axaftina xwe de ji bo îdîaya ku milîtanên Feylak ul-Rahman ku ji Xûtaya Rojhilat hatibûn derxistin û dê li Efrînê werin bicihkirin got: "Hem li gor zanyariyên me û hem jî li gor hevalên eleqedar ku li Efrînê dixebitin, ti agahiyeke ku milîtan an jî kesekî din li Efrînê hatine bicihkirin tineye. Ez dixwazim vê bêjim ku bi ti awayî em qebûlnakin milîtan an jî kesên biyanî li Efrînê werin bicihkirin. Wek min got heta niha tiştek wiha tineye, em vê qebûlnakin û bêdeng jî namînin. Ti kes nikare were li ser mal, xanî û gundê me bi cih bibe. Em destûra vê yeke jî nadin."

    Bi heman mijarî:

    ‘Çima hûn newêrin bêjin xelkê Efrînê ji ber êrişa Tirkiyeyê koçber bûye'
    Nûnerê NY: Zêdetirî 153 hezar kes ji Efrînê koçber bûn
    TSK: Li Efrînê 2 leşkerên me jiyana xwe ji dest dan
    Li taxa Eşrefiye ya navenda Efrînê teqîn: 6 kuştî
    Vîdyoya ku bi zarokên Efrînê sloganên Tirkiyê tên qêrîn, bû sedema bertekan
    Etîketan:
    Kongreya Rizgarkirina Efrînê (KRE), Operasyona Efrînê, Hesen Şindî, Efrîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de