08:41 23 Nîsan 2018
    Orhan Miroglu

    'Di siyaseta Tirkiyeyê de bedêlek heye, Demirtaş û HDP îro bedêlê didin'

    © Sputnik / Cesim İlhan
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Parlementerê AKPê yê Mêrdînê Orhan Miroglu derbarê Selahattin Demirtaş û parlementêrên girtî yên HDPê de ramanên xwe anî ziman û got, 'bedêlê didin.' Miroglu bilêv kir ku di 12 Îlonê de wî jî bedêl da ye û di siyaseta Tirkiyeyê de bedêla hertiştî heye.

    Parlementerê AKPê yê Mêrdînê Orhan Miroglu beşdarî bernameya CNN Tirkê bû û derbarê hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş û girtina parlementerên partiyê de axivî û wiha got: "Selahattin Demirtaş û parlementerên girtî yên HDPê îro bedêla siyasetê didin."

    Li ser pirsa pêşkeşvana CNN Tirkê Şirin Payzin ku, ‘ Selahattin Demirtaş û parlementerên girtî yên HDPê bêgirtin bihatan darizandin ne baştir bû?' Miroglu got, "ev ne sûcê me ye, di dema 12 Îlonê de ez jî hatim darizandin û ji ber ku min got ez kurdum 4 salan ji hevalê xwe zêdetir di girtîgehê de mam, di siyaseta Tirkiyeyê de bedêla hertiştî heye."

    Miroglu da zanîn ku Demirtaş ji ber ku siyaseta PKKê diparêze niha bedêlê dide, lê yên ku bûn sedema bedêldayina HDPê ne pergala îro ye, PKK ye.

    Bi heman mijarî:

    Miroglu: Operasyona Efrînê dê civaka kurdî azad bike
    Orhan Miroglu: Em li dijî operasyona Efrînê dernakevin
    Parlementerê AKPê Miroglu: Çi karê Baykal li Mêrdînê heye
    Etîketan:
    Bedêl, Siyaset, Girtî, parlamenteren HDPê, HDP, Orhan Miroglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de