19:10 20 Nîsan 2018
    Kemal Kiliçdaroglu

    ‘Ji bo hilbijartinên 2019an me dest bi hevdîtinên tifaqê kiriye'

    © REUTERS / UMIT BEKTAS
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nivîskarê Rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di nivîsa xwe ya îro de daxuyand ku bi serokê Partiya Komara Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu re hevdîtin kiriye û aniye ziman ku dest bi hevdîtinên tifaqan kirine lê zêde agahî parve nekiriye.

    Nivîskarê Rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi daxuyand ku wek komek rojnamevan bi Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu re derbarê mijarên di rojevê de hevdîtinek kirine. Li gor Selvi, serokê CHPê aniye ziman ku ji bo hilbijartinên sala 2019an bi hin partiyan re ji bo tifaqê hevdîtinên dualî dikin. Lê Kiliçdaroglu derbarê hevdîtinan de zêde agahî nedaye û navê partiyan veşartî hiştiye.

    Nivîskar Abdulkadir Selvi da zanîn ku Kiliçdaroglu eşkere kiriye, hevdîtin pêk tên lê hûrguliyên hevdîtinan nikarim parve bikim û ne raste jî. Abdulkadir Selvi derbarê hilbijartinên heremî de jî ji Kiliçdaoglu pirsiye, gelo dibe ku CHP di hilbijartinên heremî de jî tifaqê pêk bîne, serokê CHPê wiha bersiv daye, ‘heke em tifaqê pêk bînin ev bi tenê ji bo hilbijartinên serokomariyê ye, lê di hilbijartinên heremî de em ê bi namzetê xwe bikevin hilbijartinan.'

    Kiliçdaroglu li ser benda hilbijartinê jî aniye ziman ku divê bend ji holê rabe û serokê partiya ku ji %1 deng jî stendibê bikeve parlementoyê. Her wiha Selvi derbarê mijara endamtiya Yekîtiya Ewropayê (YE) a Tirkiyeyê de jî fikren Kiliçdaroglu li ser qunçıknivîsa xwe parve kir û gotiye xetayên Tirkiyeyê hene lê YEyê neheqiyê li Tirkiyeyê dike.

    Bi heman mijarî:

    Kiliçdaroglu rêjeya dengên tifaqa cûmhûr eşkere kir
    Ji Kiliçdaroglu bo namzediya Abdullah Gul: Di dema serokomariyê de kesekî bêteref bû
    Kiliçdaroglu: Ewlehiya can û malê ti kesî nemaye
    Kiliçdaroglu: Yên ku dibêjin em ê herin Efrînê zarokên xwe naşînin leşkeriyê
    Ji Kiliçdaroglu bo Erdogan: Rojbaş Recep beg rojbaş
    Kiliçdaroglu ji bo Gergerlioglu got: Emê tu car li hember zulmê stûyê xwe xwar nekin
    Etîketan:
    Serokomarî, Tifaq, Hilbijartin, CHP, Abdulkadir Selvi, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de