10:00 20 Nîsan 2018
    Hewldan - teşebus - derbe - leşker

    Li Tirkiyeyê 25 leşkerên muzawaf hatin binçavkirin

    © AP Photo/ EMRAH GUREL
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di çarçoveya lêpirsîna FETO/PDYê de biryara binçavkirina 33 serbazên artêşa Tirkiyeyê hat deranîn. Ji 33 leşkeran 25 jê hatin binçavkirin.

    Qesra Serokomariyê - Lijneya Wezîran
    © REUTERS / Yasin Bulbul/ Cumhurbaşkanlığı
    Li Elezîzê di çarçoveya lêpirsîna FETO/PDYê de derheqe 33 leşkerên ku 25 ji wan muzawaf bûn biryara binçavkirinê hat deranîn. Navend li Elezîzê di operasyona serdegirtina 21 bajarî de ji 33 leşkeran 25 jê hatin binçavkirin.

    Operasyona binçavkirinê ji xeyrî Elezîzê li Edene, Şirnex, Stenbol, Çankiri, Colemêrg, Hatay, Balikesir, Enqere, Îzmîr, Edirne, Tekirdag, Artvin, Çanakkale, Erzingan, Antalya, Yozgat, Wan, Duzce, Amed û Meletiyê hat lidarxistin.

    Hat ragihandin ku ji bo desteserkirina 8 kesên mayîn lêgerîna hêzên ewlehî berdewam e.

    Bi heman mijarî:

    ‘Madem FETO qediyaye çima Rewşa Awarte dewam dike?'
    Endamên Weqfa Furkanê ji ‘îstismara ol û baweriyê’ û 'FETO-PKK û DAIŞ'ê hatin girtin
    ‘Têkiliya girtiyê FETO bi suîqesta Karlov re derket'
    Parêzerê Kemal Kiliçdaroglu ji doza FETO hat binçavkirin
    48 milyar dolarê FETO derbasî dewletê bû
    Etîketan:
    Operasyona binçavkirinê, FETO-PDY, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de