06:25 27 Gulan 2018
Otobus

Otobusa rêwiyan ji rê derket: 2 mirî û 33 birîndar

© AFP 2018 / JIJI PRESS
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Li navçeya Osmancik a Çoruma Tirkiyeyê otobusa rêwiyan pêşî li darên kêleka rê qelibî û paşî ji rê derket. 2 kes mirin û 33 jî birîndar bûn.

Otobusa rêwiyan ku ji Trabzonê diçû Stenbolê û ajovanê wê Ali Osman bû li herêma Danişment a Osmancika Çorumê pêşî li darên kêleka rê û paşî li dîwarê îstînadê qelibî. Di encama qezayê de ajovanê otobusê Ali Osman û mûavinê wî Hakan Ercan jiyana xwe ji dest dan û 33 kes jî birîndar bûn.

Piştî qezayê gelek tîmên tendirustî, ambulans û hêzên ewlehî gihiştin cihê bûyerê. Birîndarên ku ji aliyê tîmên tendirustî ve ji otobusê hatin deranîn bi ambulansan birin Nexweşxaneya Dewlet a Osmancikê. 16 birîndar piştî mûdaxeleya pêşî sewkî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerde ya Erol Olçok a Zanîngeha Hititê kirin.

Bi heman mijarî:

Li Çorumê qezaya trafîkê: Bi dehan mirî û birîndar
Şoygu derbarê qezaya li Sûriyeyê raportek pêşkêşî Pûtînî kir
Li navçeya Çelê qezaya trafîkê: 11 birîndar
Li Dihokê qezaya trafîkê: 2 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn
Li Stenbolê qezaya metrobusê: 22 kes birîndar bûn
Li Wanê qezaya trafîkê: 8 mirî û 2 birîndar
Etîketan:
Li Çorumê otobusa rêwiyan qeza kir, Çorum, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de