07:24 24 Nîsan 2018
    Bitcoin

    Meleyên ku bazirganiya Bitcoinê dikirin ji wezîfê hatin derkirin

    © REUTERS / Dado Ruvic
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li Zonguldakê meleyên ku bazirganiya pereyê xeyalî Bitcoinê dikirin ji wezîfeyê hatin derkirin.

    Li gor zanyariyên berdest, derheqê meleyê camiya Aziziye ya taxa Mithatpaşayê Mecit K. û meleyê camiya Derekoyê Satilmiş B. de bi îdîaya ku bazirganiya pereyê xeyalî ya Bitcoinê dikin gilî hat kirin. Piştî gilî Serokatiya Karê Diyanetê jî lêpirsîn da destpêkirin û di encama raporta mufetişan de herdu mele ji karhatin dûrxistin.

    Miftiyê Zonguldakê Rustem Can jî jikardûrxistina herdu meleyan serast kir û got: "3-4 meh berê lêpirsînek hat destpêkirin û hê wê demê ji kar hatin dûrxistin."

    Serokatiya Karê Diyanetê meha rebendanê di daxuyaniyeke xwe de ragihandibû ku bazirganiya pereyê xeyalî yên wek Bitcoinê ne caîz e.

    Bi heman mijarî:

    Bitcoin di nava saetekê de gihişt erzantirîn asta xwe
    Muftî pereyê dijîtal Bitcoin qedexe kir
    ‘Îdiaya ku li Diyarbekirê Bitcoin tê hilberîn ne rast e'
    Welatê herî bextewar bi Bitcoin hemwelatiyê dide
    Pereyê dijîtal Bitcoin bû du parçe
    Etîketan:
    du meleyên ku bazirganiya Bitcoinê dikirin ji kar hatin derxistin, Zonguldak, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de