07:40 27 Nîsan 2018
    Efrîn

    ‘Çima hûn newêrin bêjin xelkê Efrînê ji ber êrişa Tirkiyeyê koçber bûye'

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 20

    Nûnerê Daîmî yê Sûriyeyê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Beşar Caferî di axaftina xwe de ragihand ku çima hûn newêrin bêjin xelkê Efrînê ji ber êrişa Tirkiyeyê koçber bû.

    Nûnerê Sûriyeyê Beşar Caferî di axaftina xwe de rexne li raporta Cîgirê Sekreterê Giştî yê NY bo Karûbarên Mirovî, Mark Lowcock a derbarê koçberbûna xelkê Efrînê de girt û got: "Xelkê Efrînê ji ber êrişa Tirkiyeyê neçar bûne ku ji bajarê xwe derkevin. Divê Lowcock di raporta xwe de bida xuyakirin ku ew xelk ji ber êrişên Tirkiyeyê koçber bûne. Ew herêm ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye dagirkirin."

    Beşar Caferî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji ber êrîşa Tirkiyeyê li ser Efrînê xelkê herêmê neçar bûne ku ji bajêr derkevin û berê xwe bidin navçeya Til Rifetê. Di encama wan êrişên Tirkiyeyê de zêdetirî 153 hezar xelk koçber bûn. Mark Lowcock dibêje, ji ber êrişa ser Efrînê 153 hezar û 500 kesên sivîl li wê herêmê koçber bûne, lê nade xuyakirin ku ji ber kîjan êrişî ew kes neçar mane ku cih û warê xwe terk bikin.

    Caferî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Divê Mark Lowcock di raporta xwe de bi zelalî bida xuyakirin, ku Tirkiye bi awayekê "dijminkarî" êrişî Efrînê kiriye û koçberbûna xelkê ji ber êrişên wî welatî çê bûye. Lowcock dibêje ku 153 hezar û 500 kes ji Efrînê koçber bûne û berê xwe dane Til Rifetê, ew jî ji ber kşryarên şer li gor ku ew bi xwe dibêje, ê baş e, ev şer di navbera kê û kê de tê kirin? Kî bûye sedem ku 153 hezar kes naçar bibin û ji Efrînê derkevin, ma gelo ne Tirkiye ye? Ma ew ne ji ber dijminkariya Tirkiyê li ser Efrînê ye birêz Lowcock?

     

     

    Bi heman mijarî:

    Pisporê rûsî: Kurdan Efrîn li ser daxwaza Amerîkayê ji Tirkiyê re hişt
    ‘Bila hemû cîhan zanibe di dawiya dawî de Efrîn dê bibe yê Efrîniyan'
    Helbestkaran bo Efrînê nivîsî: Efrîn şe dike porê Kurdistanê
    The Washington Post: Tirkan Efrîn girt, bila Minbic nede dû
    Luksemburgê NATO hişyar kir: Bila Efrîn nebe felaketeke însanî
    Rêdûr Xelîl: Efrîn bi destê Erdogan bûye Helebceya sala 2018an
    Etîketan:
    Nûnerê Daîmî yê Sûriyeyê li Neteweyên Yekbûyî, Beşar Caferî, Tirkiye, Efrîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de