07:46 27 Nîsan 2018
    Zanîngeha Bogaziçiyê

    'Heta ku em dengê xwe bilind nekin zanîngeh dê bibine qurbanê desthilatdariyeke yekdeng'

    © Foto : Wikipedia
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 20

    Komîsyona Edebiyata Kurdî li Zanîngeha Bogaziçiyê derbarê bûyerên ku van rojên dawîn li zanîngehê diqewimin de daxwuyanek belav kir ku kopyayek ji bo Spûtnik Kurdistanê jî şandiye. Komîsyona navhatî ragihand, “Em dixwazin bînine bîra we; heta ku em dengê xwe bilind nekin û li ber xwe nedin, zanîngeh dê bibine qurbanê desthilatdareke yekdeng û gewr"

    Recep Tayyîp Erdogan
    © AFP 2018 / Yasin Bulbul/Presidential Press Service
    Daxuyaniya Komîsyona Edebiyata Kurdî li Zanîngeha Bogaziçiyê wiha ye:

    ‘LI DIBISTANÊ BI WATEYA TEMAM NÊÇÎRA CADÛYAN ÇÊBÛYE'

    Yaneya Lêgerînên Îslamî ya Zanîngeha Bogaziçiyê (BÎSAK) roja duşemiya 19ê Adarê li Zanîngeha Bogaziçiyê (BU) maseyekê datîne û dixwaze ku têketina Artêşa Tirkiyeyê (TSK) bo Efrînê bi belavkirina loqiman pîroz bike. Hin hevalên me ji bo ku mase bê rakirin, daxuyaniyekê didin û bi pankarta "Loqimê dagîrkarî û qetlîamê çênabe!" dixwazin vê "pîrozbahî"yê protêsto bikin. Bûyerên ku diqewimin tê de sê hevalên me tên destgîrkirin û piştre serbest tên berdan. Lê belê desthilatdar û çapemeniya wê hevalên me û Zanîngeha Bogaziçiyê datînin ber hedefa xwe û serê sibehê wan dubare didin destgîrkirin. Şexsên ku li ber maseyê ne, serê pêşîn, bi nîşeya "me cixareya kêfê pê xistiye" li ser medya civakî wêneyan belav dikin; lê belê piştre ev bûyer di çapemeniya alîgir de wekî ku "ji bo leşkerên ku mirine" be hate nîşandan. Hevalên me yên din ku dixwazin ji bo piştgiriya hevalên xwe daxuyaniyê bidin jî tên destgîrkirin û li dibistanê bi wateya temam nêçîra cadûyan çêbûye.

    ‘AKP Û SEROKÊ WÊ YÊ GIŞTÎ BI HEVKARIYA REKTORÊ QEYYÛM BERDEWAM E LI SER HEDEFGIRTINA WAN KESAN KU NE JI WAN IN'

    AKP û serokê wê yê giştî ku tunehesibandina xweserî û azadiya akademîk ji xwe re kiriye exlaq, bi hevkariya rektorê qeyyûm ku tayîn kiriye, berdewam e li ser hedefgirtina wan kesan ku ne ji wan in. Di vê çarçoveyê de hewl dide ku bi zext û gefan hemû fikrên ciyawaz ên Zanîngeha Bogaziçiyê bifetisîne ku heta roja îro bûye yek ji kelehên fikra azad. Ev bûyerên ku li kampûsê diqewimin yek ji wan dengên bêhempa ne ku di vê pêvajoya dawî de li dijî şer di qada giştî de hatine bilindkirin. Dibistana me ku ji her hêlê ve li jêr hêrişan e, eger li vî dengî xwedî derkeve dê vê helwesta dîrokî bihêztir bike. Em dixwazin bînine bîra we; heta ku em dengê xwe bilind nekin û li ber xwe nedin, zanîngeh dê bibine qurbanê desthilatdareke yekdeng û gewr

    Ji vir bangewaziya me ye ji bo mamosteyên me û akademiyê: Hedefa piştî vê hêrişa eşkere ku li xwendekarên Zanîngeha Bogaziçiyê tê kirin hûn in. Em we hemûyan vedixwînin ji bo bilindkirina dengê xwe û piştgirîkirina xwendekarên xwe heta ku lê dereng nebûye.

    ‘EM Ê BI HER AWAYÎ LI GEL WAN DI NAV HEVGIRTINÊ DE BIN Û EM Ê BERDEWAM BIN LI BEREVANÎKIRINA AŞTIYÊ!'

    Em dixwazin bila bê zanîn ku hevalên me ne tenê ne. Em ê bi her awayî li gel wan di nav hevgirtinê de bin û em ê berdewam bin li berevanîkirina aşitiyê! Bijî azadî, bimire bindestî!

    Hêjayî gotinê ye ku Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan ji bo xwendekarên ku li Zanîngeha Bogaiçiyê li dijî hin xwendekarên ji bo piştgiriya Efrînê loqim belav dikir, derketin gotibû, ew ‘komunîst' û ‘terorîst' in. Herwiha Erdogan gotibû, em ê mafê xwendinê nedin wan xwendekaran.

     

    Bi heman mijarî:

    Rektorê Zanîngeha Bogaziçiyê bi peyamekê bersiv da serokomarê Tirkiyeyê
    Li ser Pira Bogaziçiyê qezaya trafîkê: 11 birîndar
    Xwendekaran bersiv dan Erdoganî: Rexnekirina polîtîkayên dewletê ne porpagandayê terorê ye
    ‘Xwendekaran dest ji dibistanê berdan, gelek malbat jî bê xanî man'
    Li Hewlêrê xwendekaran xwepêşandanek li pêş Civata Wezîran li dar xist
    Li Fransayê wesayîtekê bi ser xwendekaran de ajot
    Li Silêmaniyê agir bi cihmana xwendekaran ket
    Etîketan:
    Hedefnîşandan, Fişara li ser xwendekaran, Zanîngeha Bogaziçiyê, Komîsyona Edebiyata Kurdî li Zanîngeha Bogaziçiyê, Xwendekarên Bogaziçiyê, Xwendekar, Desteserkirin, Daxuyanî, BISAK, BU, TSK, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de