10:12 23 Nîsan 2018
    ALên Tirkiye û Hollanda

    Di navbera Hollanda û Tirkiyeyê de ‘krîza casûsî'

    © AFP 2018 / YASIN AKGUL
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku di çapemeniya tirkî de hat îdiakirin derbarê kesê bi navê A.Z.yê holendî de bi hinceta sîxurtiyê lêpirsîn hat vekirin, di navbera herdu welatan de krîz derket. Wezareta Karên Derve ya Hollandayê ragihand ku kesê bi navê A.Z li balyozxaneya Holandayê ya Stenbolê dixebitî û ji Tirkiyeyê çû ye.

    Li gorî nûçeya rojnameya Milliyetê ku li Tirkiyeyê weşanê dike ku ew jî xwe dispêrê zanyariyên RTL Nieuwsê kesê bi navê A.Z ku li balyozxaneya Holandayê li Stenbolê di beşa ‘çalakiyên herêmî' de weke berpirsyar dixebitî ‘ji ber ewlehiyê' ji Tirkiyeyê çûye.

    Hêjayî gotinê ye ku roja duşemê çapemeniya tirkî îdia kiribû ku A.Z. yê hevwelatiyê Holandayê di ‘servîsa îstîxbarata leşkerî' de dixebite.

    ​Di heman nûçeyê de dihat gotin ku, "kesên navhatî li ser peywendiyên Tirkiyeyê bi DAIŞê te û derbarê operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê agahî berhev dikirin û belgeyên sexte belav dikirin."

    Bi heman mijarî:

    Hollanda serdana Wezîra AKPê ya berê Fatma Şahîn qebûl nekir
    Hollanda xwe amade dike ku ‘Jenosîda Ermenan' binase
    Hollanda: Em hewil didin balafirgehên Kurdistanê werin vekirin
    Hollanda: Serdana Turkeş an wezîrekî din wê xweş neyê dîtin
    Hollanda di têkiliyên Kurdistanê de dikeve asteke nû
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de