19:24 20 Nîsan 2018
    Xalê Meheme û Albert Louis Gabriel-3

    Hezkirineke watedar: Xalê Meheme û Albert Louis Gabriel

    © Sputnik / Sertaç kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 10

    Dîroknas û gerokê Fransî Albert Louis Gabriel yê ku di sala 1930an de sûrên Amedê ji hilweşandinê rizgar kir nehat jibîrkirin.

    Li her kolanek Amedê çîrokek cuda bala mirov dikişîne. Li kargehek navçeya Yenşehirê jî çîrokek bi vî rengî heye. Li ser dîwarê kargeha sûretê mirovekî bala mirov dikişîne. Em hîn dibin ku ev sûret yê şûnwarnas, dîroknas û gerokê Fransî Albert Louis Gabriel e.

    Gabriel, di sala 1930an de Sûrên Amedê ji xerabkirinê xelas kiriye. Gabriel di sala 1926an de tê Tirkiyê û li Darulfunun dersên şûnwarnas û dîroka hunerê dide. Di sala 1930an de jî ji bo lêkolîna berhemên Mezrabotan diçe Heskîfê û Wanê. Gabriel di heman salê de diçe Amedê.

    HILWEŞANDINA SÛRAN RAWESTAND

    Dema Gabriel diçe Amedê rastî buyerekê ecêb tê. Bi fermana waliyê wê demê Faiz Ergun bi hinceta "Bajar hewa nastîne" li hêla Deriyê Çiyê Sûrên Amedê tê xerabkirin. Gabriel dema vê buyera ecêb dibîne ji bo Wezareta Perwerdehiyê raporekê amade dike û dibêje "Sûrên Amedê xwedî dîrokeke bêhempa ye. Heger hûn wan hilweşînin ji bo pêşerojê tiştek namîne ku hûn bêjin û parve bikin." Piştî rapora Gabril hilweşandina sûrên Amedê radiweste û heta îro dimîne. Berîya Gabriel di navbera Deriyê Çiyê û Urfakapi de Sûrên Amedê nêzi 100 metro hatibû xerabkirin û heta niha jî wiha ma.

    • Xalê Meheme û Albert Louis Gabriel-2
      Xalê Meheme û Albert Louis Gabriel-2
      © Sputnik / Sertaç Kayar
    • Xalê Meheme û Albert Louis Gabriel
      Xalê Meheme û Albert Louis Gabriel
      © Sputnik / Sertaç Kayar
    1 / 2
    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Xalê Meheme û Albert Louis Gabriel-2

    ‘MI GABRIEL JI BÎR NEKIR

    Xwediyê kargehê Mehmet Sevik ê 74 salî di sala 1980an de vê kargehê vedike. Sevik wiha behsa wê demê û armanca sûretê Gabriel dike: "Di sala 1974an de ez li qehwê runiştibûm. Li maseya kêleka mi mirovekî pirtûk dixwend. Li ser pirtûkê wêneyê Gabriel hebû. Wî mirovî pir dirêj xwend û bala min kişand. Ez çûm ba wî runiştim û min ji wî pirsî. Got ‘pirtûk behsa Gabriel dike. Sûrên Amedê ji hilweşandinê rizgar kiriye.' Min ji wê rojê Gabriel naskir û mi wî ji bîr nekir. Amed sûr e, heger sûr tune be Amed jî tune ye. Ji bo keda Gabriel min sûretê wî li ser kargeha xwe çêkir."

    Bi heman mijarî:

    Li Amed, Wan û Stenbolê binçavkirinên Newrozê
    Li Amed û Sêrtê derketina kolanan hat qedexekirin
    Amed bi berfê xemilî
    Etîketan:
    gabrîl, amed, Sûra Amedê, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de