07:44 27 Nîsan 2018
    Binçavkirin-desteserkirin

    'Desteserkirina kesên li dijî operasyona Efrînê derdikevin, binepkirina mafê mirovan e'

    © REUTERS / Suzanne Plunkett
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) daxuyand ku li Tirkiyeyê desteserkirina kesên li dijî operasyona Efrînê derdikevin, binepkirina mafê mirovan e, divê Tirkiye êdî dest ji van tiştên çewt berde û rêzê ji mafê rexnegirtina aştiyane ya hemwelatiyan re bigre.

    Dîrektorê HRW yê Ewropa û Asyaya Navîn Hugh Williamson derbarê binçavkirina kesên ku li Tirkiyeyê dijî operasyona Efrînê derdikevin de axivî û wiha got: "Tirkiye bi desteserkirina kesên ku banga aştiyê dikin û tweetan diavêjin ve di mafê mirovan de gihaştiye konaxa herî dawî."

    Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) da zanîn ku li Tirkiyeyê bi hezaran kes ji ber parvekirinên ser medyaya civakî yên dijî operasyona Efrînê de hatine deseserkirin. Li gor nûçeya BBCya tirkî HRW, Tirkiye bi binpekirina mafê mirovan ve sûcdar kir ku, ti kes nikare bi azadî ramanên xwe bilêv bike. Di nûçeyê de hat gotin ku ji ber parvekirinên medyaya civakî, bi serdegirtina malan û desteserkirinan ve gellek hemwelatî bi vî awayî tên cezakirin.

    Dîrektorê HRW yê Ewropa û Asyaya Navîn Hugh Williamson derbarê mijarê de wiha axivî: "Tirkiye bi desteserkirina kesên ku banga aştiyê dikin û tweetan diavêjin ve di mafê mirovan de gihaştiye konaxa herî dawî. Divê Tirkiye êdî dest ji van tiştên çewt berde û rêzê ji mafê rexnegirtina aştiyane ya hemwelatiyan re bigre."

    Li gor daneyên Wezareta Karê Navxweyî a Tirkiyeyê ji roja 20ê Rêbendanê ku operasyona Tirkiyeyê ya dijî Efrînê destpê kiriye, bi hezaran kesên ku li ser medyaya civakî operasyon rexne kirine hatine desteserkirin.

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye: Ger em li ser Patriotan li hev bikin, dibe em ji S-400an vegerin
    Sûriye dîsa xwest ku Tirkiye hêzên xwe ji nava axa wê bikişîne
    Navgîna Fezayê roja duşemê dibe ku bikeve ser ruyê erdê, Tirkiye jî di rîskê de ye
    Tirkiye: Amerîka li ser soza xwe bisekine hewceyê operasyona li Minbicê namîne
    Wezîrê berê: Tirkiye bi êrîşên xwe yên ser kurdan peyamê dide Amerîkayê
    Berpirsê îstixbarata leşkerî yê Seddam Husên: Tirkiye nikare êrîşê ser Şingalê bike
    Etîketan:
    binpekirin, desteerkirin, Beyannameya mafê mirovan, mafê mirovan, binçavkirin, Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW), Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de