05:37 22 Nîsan 2018
    Kemal Kiliçdaroglu

    Kiliçdaroglu rêjeya dengên tifaqa cûmhûr eşkere kir

    © REUTERS / UMIT BEKTAS
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê Partiya Komara Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di civîna Lijneya Birêvebirina Navendî a partiya xwe de derbarê hilbijartinên 2019an de axivî. Kiliçdaroglu anketa di dest de jî eşkere kir û da zanîn ku heke xeteyan nekin wê di hilbijartinan de serfiraz bin.

    Li gor nûçeya Rojnameya Hurriyetê serokê Partiya Komara Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di civîna Lijneya Birêvebirina Navendî a partiya xwe de derbarê hilbijartina sala 2019an de axivî. Kiliçdaroglu wiha got: "Anket li pêş we ne, benda tifaqa cûmhûr ji %43.5an nişan dide. Vê hilbijartinê em ê qezenç bikin, bi tene divê em xetayan nekin."

    Li gor nûçeya rojnameyê, Kiliçdaroglu da zanîn ku ewlehiya hilbijartinê ti carî em bêhêvî nekirin, berevajî, xebatkarên partiyê bi hêztir kir, AKP bi çeka xwe li xwe dide, bi binepkirina ewlehiya hilbijartinê li pêy feydeyekê bûn lê wek wan derneket, dengdêrên partiyê jî bertekan nişan didin.

    Kiliçdaroglu bilêv kir ku hemwelatî li me digerin û dibêjin, ‘ji bo ewlehiya sindokan em ê biçin her bajarên Tirkiyeyê û em ê li hilbijartinê xwedî derkevin.' Serokê CHPê li gor ankêta di dest de rêjeya benda tifaqa cûmhûr jî wek ji %43.5 eşkere kir.

    Bi heman mijarî:

    CHP: Leşkerên me têne kuştin û sûriyeyî jî kêfa xwe dikin
    CHP ji bo tifaqê bi IYI Parti re hevdîtinek pêk anî
    CHP: Bila çek rawestin û dayik negirîn
    CHP: Helwesta Amerîkayê ya li hemberî YPGê dikare bibe sedema perçebûna Sûriyeyê
    Etîketan:
    Bend, Tifaq, Rêje, Hilbijartin, CHP, Kemal Kiliçdaroglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de