01:05 26 Nîsan 2018
    Volkan Bozkir

    Tirkiye: Ger em li ser Patriotan li hev bikin, dibe em ji S-400an vegerin

    © REUTERS / Jussi Nukari/Lehtikuva
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 11

    Serokê Komisyona Karên Derve yê Parlamentoya Tirkiyeyê Volkan Bozkir got, ger ji Amerîkayê moşekên parastinê yên Patriotê were kirîn, li beramberî rêkeftinê jî dibe kirîna S-400an ya ji Rûsyayê ji nû ve were nirxandin. Bozkir got, "Şandeyeke Amerîkayê ji bo pêşniyariyeke balkêş tê" û diyar kir ku Tirkiye li gorî mercan dê wê pêşniyarê binirxîne.

    Şandeyeke ji Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo bandora mijarên navbera Tirkiye û Amerîkayê ya li ser Kongreya Amerîkayê hefteya borî çû Washingtonê.

    'EV ÇAVTIRSANDIN E'

    Li gorî nûçeyeke rojnameya tirk ya bi navê Hurriyetê serokê wê şandeya tirk û di heman demê de Serokê Komisyona Karên Derve yê Parlamentoya Tirkiyeyê Volkan Bozkir derbarê mijarê de axivî. Bozkir got, li Kongreya Amerîkayê fikreke ku wekî bibêje, "Ger hûn ji Rûsyayê S-400î bikirin, em ê jî F-35an (balafirên şer) nefiroşin we" heye. Bozkir got, "Ev ne gef e lê bi derûniya çavtirsandinê vê yekê dikin."

    Volkan Bozkir li ser pirsa "Di warê S-400an de ji bo Tirkiyeyê veger tüne ye?" got, "Peyman hat îmzekirin lê ger Patriot têkevin dewrê, em ê lê binêrin."

    'S-400 Û F-35 DU MIJARÊN CUDA NE'

    Bozkir li ser peymanê herwisa got, dibe ku ew peyman bimîne jî û derbarê qebûlkirin an jî qebûlnekirina Amerîkayê de bal kişand ser konsorsiyuma Îtalya û Fransayê û got, taliya talî ev çeka parastinê ye, ew jî dibe, ev jî dibe.

    Bozkir li ser pirsa "Gelo Amerîka dibêje em ê F-35an nedin?" jî got, "Nabêjin lê tînin wê wateyê. Dibêjin wê ji Kongreyê derbas nebe. Senatoran bi xwe ev tişt negot lê gava em bi şêwirmendên wan re axivîn, wekî peyam ev hat. Min jî got, projeya F-35an ji bo berjewendiyên herdu aliyan projeyeke mezin e. S-400 û F-35 du mijarên cuda ne. "

    Bi heman mijarî:

    DYA wê ji Tirkiyeyê re alternatîva S-400 a rûsî pêşnîyar bike
    Rûsya: Peymana di navbera me û Tirkiyê ya li ser moşekên S-400 herdu aliyan jî memnûn kir
    Amerîka: 'S-400 dê bibe sedema sepandina dorpêçan, werin em ji bo alternatîvê bixebitin'
    Etîketan:
    Patriot, S-400, Serokê Komîsyona Karên Derve yê Parlamentoya Tirkiyeyê, Volkan Bozkir, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de