07:41 27 Nîsan 2018
    Alaya HDP

    HDPê ji bo hilbijartinên 2019an dest bi xebatan kir

    © Foto : Gulnush Ergul
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 20

    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dest bi xebatên pêvajoya hilbijartina sala 2019an kir. Di vê çarçoveyê de hem li başûr û hem jî li rojava ji bo hevkariyê bi hin partiyan re wê hedîtin bên kirin.

    Ayhan Bilgen
    © Sputnik / Yurdagül Şimşek
    Li gor nûçeya Rojnameya Cumhuriyetê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duh dest bi xebatên ji bo hilbijartinên 2019an kir. Rêvebiriên partiyê ji bo pêvajoyek çawa bimeşînin hin civîn li dar xistin. Li gor nûçeya rojnameyê HDP di çarçoveya xebatên hilbijartinê de wê bi çend partiyên siyasî re jî hevdîtinan bike. Hat hînbûn ku ji wan partiyan yek jê EMEP e ya din jî ODP ye.

    Herwiha di 7-8ê Nîsanê de bi civîna parlamenteran ve wê nexşereya pêvajoya partiyê derkeve holê. Ji aliyê din ve di civîna ku pêvajoya hilbijartina 2019an a partiyê hat nirxandin de meşrûyeta pêkanîna hilbijartina di rewşa awarte de jî hat axaftin û wek ne dirust hat dîtin.

    Bi heman mijarî:

    HDP: Hebûna artêşa Tirkiyeyê li Efrînê dagirkerî ye
    HDP: Niha di rojeva me de tifaq tuneye
    HDP ji bo tifaqê çi difikire, wê di nava blokan de cih bigre an na?
    HDP du rojan beşdarî xebatên Parlamentoya Tirkiyeyê nabe
    Etîketan:
    Edalet, Pêvajoya hilbijartinê, Hilbijartin, HDP, Cumhuriyet, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de