03:14 23 Nîsan 2018
    Qesra Serokomariyê - Lijneya Wezîran

    ‘Madem FETO qediyaye çima Rewşa Awarte dewam dike?'

    © REUTERS / Yasin Bulbul/ Cumhurbaşkanlığı
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Ahmet Hakan di gotara xwe sedema berdewamiya Rewşa Awarte ji serokwezîr, Wezîrê Perwerde û ji Wezîrê Parastinê pirsî.

    Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Ahmet Hakan di gotara xwe sedema berdewamiya Rewşa Awarte ji Serokwezîr Binali Yildirim, Wezîrê Perwerdeyê û ji Wezîrê Parastinê pirsî û got: "Madem FETO/PDY qediyaye çima Rewşa Awarte dewam dike."

    Ahmet Hakan di nivîsa xwe de got: "Wezîrê Parastinê Nurettin Canikli dibêje ‘ji dezgehên leşkerî talûkeya FETO qediya'. Misteşarê Wezareta Perwerdeyê Yusuf Tekin jî got ‘Di Wezareta Perwerdeyê de tekoşîna bi FETOyê re bi dawî bû.' Serokwezîr Binali Yildirim jî dibêje ‘ev zihniyeta tarî ji camiaya me ya darazayê paqij bû.'

    Hakan di dirêjiya nivîsa xwe de got: "Kesên herî berpirsyar dibêjin FETO ji leşkerî, perwerde û darazayê bi temamî hatiye paqijkirin. Madem ku FETO hatiye paqijkirin, Rewşa Awarte çima dewam dike."

    Bi heman mijarî:

    Li dijî rewşa awarte ya li Tirkiyeyê înîsiyatîfek hat damezrandin
    Li Tirkiyeyê Rewşa Awarte bo cara 6emîn hate dirêjkirin
    Berf û bahoz jiyan rawestand: Rewşa Awarte hat ragihandin
    Sendîkayan ji bo rakirina rewşa awarte kampanyayek dan destpêkirin
    Rewşa Awarte li Tirkiyeyê dîsa hat dirêjkirin
    Etîketan:
    FETO-PDY, Rewşa Awarte, Ahmet Hakan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de