15:44 22 Nîsan 2018
    Balafirgeha Navnetewî ya Hewlêrê

    Ji Stenbolê yekem sefera Hewlêrê dest pê kir

    © REUTERS / Azad Lashkari
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Yekem sefera balafira rêwiyan piştî rawestandina seferan ji 29ê Îlona 2017an ve, 26ê Adarê li demjimêr 23.55an bo Hewlêrê destpê kir.

    Balafirên THYê yên seferên Stenbol-Hewlêrê, piştî rakirina dorpêça ser balafirxaneyên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve ji nû ve dest bi seferan kirin.

    Hat ragihandin ku di yekem sefera piştî qedexeya firînê ya Stenbol-Hewlêrê de, 151 bilêt hatine firotin û balafir li demjimêr 23.55an ji Balafirgeha Ataturk a Stenbolê ber bi Hewlêrê ve rabûye.

    Piştî referandûma serxwebûnê ku li 25ê Îlona 2017an encam dabû û zêditirî 90%ê gelê Herêma Kurdistanê ji bo ragihandina serxwebûnê gotibû, ‘belê' Iraqê çend siza û dorpêç li ser Herêma Kurdistanê sepandibûn ku yek ji wan girtina balafirxaneyan bû.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Di 2 rojan de bêhtirî 6 hezar û 400 milîtan ji Xûtaya Rojhilat derketin
    Serokwezîrên Iraq û Tirkiyê li ser Şingalê axivîn
    Medya Îranê: Gelê Reqayê li hemberî HSDê serî hilda
    Demirtaş: Ji bo qedexeya siyasetê were ser min, fişara cezakirinê dikin
    ‘Ji ber ku Erdogan ditirse bê jehrîkirin tehmkarên xwe jî bi xwe re digerîne’
    ‘Li pişt provokasyona Skrîpal hêzên mezin ên wek Brîtanya û Amerîka hene’
    Etîketan:
    Hewlêr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de