07:33 27 Nîsan 2018
    Ebadî û Yildirim

    Serokwezîrên Iraq û Tirkiyê li ser Şingalê axivîn

    © Foto : Nivîsgeha Serokwezîrtiya Iraqê
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binalî Yildirim û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi pêwendiyeke telefonê axivîn.

    Li gor daxuyaniya Nivîsgeha Çapemeniyê ya Serokwezîrtiya Tirkiyeyê di pêwendiya telefonî de herdu serokwezîran li ser ‘girîngiya hevkariya nêzîk a ji bo têkoşîna dijî terorê' axivîn.

    Hat ragihandin ku di hevdîtinê de, behsa rewşa Şingalê hatiye kirin û di daxuyaniya serokwezîrtiya Tirkiyeyê de jî hat gotin, "Ji Iraqê tê hêvîkirin ku li dijî PKKê di çarçoveya danûstandina cîrantiyê de, bergiriyên pêwîst bên standin."

    Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku herdu serokwezîran li ser mijarên enerjî, aborî û danûstandinên dualî yên din jî axivî ne.

    Bi heman mijarî:

    Medya Îranê: Gelê Reqayê li hemberî HSDê serî hilda
    ‘Li pişt provokasyona Skrîpal hêzên mezin ên wek Brîtanya û Amerîka hene’
    Vîdyoya ku bi zarokên Efrînê sloganên Tirkiyê tên qêrîn, bû sedema bertekan
    Rûsya: Di 2 rojan de bêhtirî 6 hezar û 400 milîtan ji Xûtaya Rojhilat derketin
    ‘Ji ber ku Erdogan ditirse bê jehrîkirin tehmkarên xwe jî bi xwe re digerîne’
    Etîketan:
    Tirkiye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de