09:59 20 Nîsan 2018
    Selahattin Demirtaş

    Demirtaş: Ji bo qedexeya siyasetê were ser min, fişara cezakirinê dikin

    © AFP 2018 / OZAN KOSE
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ku ji 4ê Mijdara 2016an ve di girtîgehê de ye, li ser cemaeta Fethullah Gulen FETOyê hikûmeta Ak Partiyê rexne kir û got, ger bêyî pêşderaziyê li şûna dadgehkirina me, ji gotinên me fêm bikirina Tirkiye nediket vî halî.

    Li ser hesabê Twitterê ê Demirtaş çend parvekirin ligel vîdyoyeke ku li parlamentoyê rexneya hevkariya FETOyê li hikûmeta Tirkiyeyê dike hatin belavkirin.

    Di parvekirinan de peyama Demirtaş a ji girtîgeha Silîvriyê hat weşandin ku tê de dibêje, "Yên ku di wextê xwe de, hişyariyên ku me kirine piştguh kirine, niha ji bo axaftinên me 500 sal ceza dixwazin. Li şûna darizandina me, piçekî we hewl bida ku ji me fahm bikin, welat nediket vê rewşê."

    'DIXWAZIN QEDEXEYA SIYASETÊ WERE SER MIN'

    Demirtaş di berdewamê de jî dide xuyakirin ku bi fişara siyasiyan dixwazin ceza li ser wî besepînin û wiha didomîne:

    "Hin agahî ji min re tên ku hinek siyasî niha li dadgehên ez têm dadgehkirin, bi fişara ser dadgehan dixwazin werim cezakirin daku kêliyek berî kêliyê qedexeya siyasetê were ser min. Siyasiyên vê dikin û endamên dadgehan ên bejna xwe ji wan re ditewînin baş bizanin ku ew dê li ber daraza adil hesab bidin. Em dê wek her caran gotina heqîqetan bidomînin. Ji we hemûyan re silav û hezkirinên xwe dişînim."

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Ji ber ku Erdogan ditirse bê jehrîkirin tehmkarên xwe jî bi xwe re digerîne’
    ‘Li pişt provokasyona Skrîpal hêzên mezin ên wek Brîtanya û Amerîka hene’
    Vîdyoya ku bi zarokên Efrînê sloganên Tirkiyê tên qêrîn, bû sedema bertekan
    Ji Tusk piştî Lûtkeya YE-Tirkiyeyê rexneya Efrînê
    Li Erebistana Siûdî moşekek li devera ku xelk lê dijîn ket
    HDP: Hebûna artêşa Tirkiyeyê li Efrînê dagirkerî ye
    Balafirên şer ên Tirkiyê Herêma Kurdistanê bombardiman kir
    Etîketan:
    Selahattîn Demirtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de