02:36 28 Gulan 2018
Recep Tayîp Erdogan

‘Ji ber ku Erdogan ditirse bê jehrîkirin tehmkarên xwe jî bi xwe re digerîne’

© Sputnik /
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Rojnamevanekî tirk ji medya Bulgaristanê ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo Lûtkeya Tirkiye-YEyê li wir re, ji rojnameyekê zanyariyeke balkêş belav kir.

Rojnamevan Mustafa Hoş li ser twitterê çavderiyên xwe yên li ser geşta Erdogan a Bulgaristanê parve kirin û got, "Erê dê medyaya pembeyî ya Erdogan Lûtkeya Tirkiye-YEyê wek fetih vebêje, lê li Bulgaristanê rewş çi ye wê binivîsim."

‘PANKARTÊN ERDOGAN NAYÊ XWESTIN'

Hoş wiha pê de çû: "Li Bulgaristanê protestoyên bo Erdogan hene. Li Varna û derdora wê tedbîrên tund ên ewlekariyê hatin wergirtin. Tevî vê jî pankartên ‘Erdogan nayê xwestin' hatin hilawistin."

‘BI 2 BALAFIRAN DIÇE GEŞTÊN DERVE Û TÎMA 5 KESÎ YA TEHMKIRINA XWARINAN BI XWE RE DIBE'

Rojnamevan Hoş herwiha nûçeyeke rojnameyeke bulgarî ya ‘tirsa jehrîkirina Erdogan' jî mînak nîşan dide û li pey pirsa ‘Erdogan çima bi du balafiran diçe geştên derve' wiha dibêje:

"Rojnameyê çûyîna derve ya bi 2 balafiran lêkolîn kiriye. Dinivîse ku Erdogan tîma xwe ya tehmkirina xwarinê ji ber tirsa jehrîkirinê bi xwe re dibe geştên derve. Karê vê tîma 5 kesî ew e ku xwarinên Erdogan bixwe, pêşî ew tehm bikin."

Bi heman mijarî:

‘Li pişt provokasyona Skrîpal hêzên mezin ên wek Brîtanya û Amerîka hene’
Vîdyoya ku bi zarokên Efrînê sloganên Tirkiyê tên qêrîn, bû sedema bertekan
Ji Tusk piştî Lûtkeya YE-Tirkiyeyê rexneya Efrînê
Li Erebistana Siûdî moşekek li devera ku xelk lê dijîn ket
HDP: Hebûna artêşa Tirkiyeyê li Efrînê dagirkerî ye
Balafirên şer ên Tirkiyê Herêma Kurdistanê bombardiman kir
Etîketan:
Eerdogan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de