21:47 25 Gulan 2018
Meral Daniş Beştaş

HDP: Hebûna artêşa Tirkiyeyê li Efrînê dagirkerî ye

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)
0 0 0

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş ragihand ku, li gor peymanên Netewên Yekbûyî (NY), hebûna artêşa Tirkiyeyê li Efrînê dagirkerî ye.

Cîgira Serokê Koma HDPê û parlementera Edenê Meral Daniş Beştaş, di parlamentoya Tirkiyê de civîneke rojnamevanî lidar xist û mijarên rojevê nirxandin.

Beştaş anî ziman ku Serokomarê Recep Tayyip Erdogan li aliyekî dibêje, Efrîn dagîr nekirine, lê li aliyê din jî dibêje, ew dê ji Efrînê parêzgarekî diyar bikin. Efrîn di nav sînorên Sûriyê de ye û ji ber vê yekê, li gor peymanên NYyê, hebûna Artêşa Tirkiyê li Efrînê dagîrkerî ye.

'ŞÊNIYÊN EFRÎNÊ JI BER ZORDARIYA TIRKIYEYÊ EFRÎN VALA KIRIN'

Herwiha Beştaş da xuyakirin, hin lîstik û şano hene ku hemû televîzyon heman dîmenan nîşan didin ku qaşo çawa baş nêzîkî xelkê dibin lê ew hemû derew in. Hemû şêniyên Efrînê ji ber zordarî û zilûmkariya Tirkiyeyê bajarê Efrîn vala kirin.

Hêjayî gotinê ye ku operasyona Artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên girêdayî piştî du mehan di 18ê Adarê de Efrînê kontrol kiribûn. Piştî kontrolkirina Efrînê demek berê Serokomarê tirk Erdogan eşkere kiribû ku dê ji bo Efrînê birêveberiyeke xwecihî were sazkirin û herwiha parêzgarek bo deverê were wezîfedarkirin.

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)

Bi heman mijarî:

Nivîskar û helbestkarên Rojava operasyona li ser Efrînê ji Sputnik Kurdistanê re nirxandin
Nivîskar û rojnamevanên frensî banga piştgiriya kurdan li Efrînê kirin
Komek nivîskar û rojnameger derheqê Erdogan de serî li dozgeriyê dan
Nivîskar û wergêrê kurd ê Rojavayî Huseynî wefat kir
Etîketan:
hebûna artêşa Tirkiyeyê li Efrînê, Hebûna Tirkiyeyê li Efrînê, Daxuyanî, HDP, Meral Daniş Beştaş, Recep Tayyip Erdogan, Efrîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de