19:19 20 Nîsan 2018
    balafirên tirk-balafirên şer yên tirk-

    Balafirên şer ên Tirkiyê Herêma Kurdistanê bombardiman kir

    © AP Photo / Anatolia, Kenan Gurbuz
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 03

    Hat ragihandin ku balafirên şer ên Tirkiyeyê herêmên bakurê rojhilatê Duhokê bombardiman kirine û 2 balafir jî li ser esmanê Herêma Kurdistanê digerin.

    Li gor zanyariyan balafirên şer ên Tirkiyeyê li herêma Biradost ku dikeve ser bakurê rojhilatê Duhokê dest bi bombardimanê kirine ku heta ev nûçe dihat amadekirin bombardiman berdewam dikir.

    Peyamnêrê Spûtnîk Kurdistanê bi zarê Rêveberê nehîyeya Sîdekanê Îhsan Çelebî ragihand ku 3 balafirên şer ên Tirkiyeyê bi berdewamî herêmê bombardiman dikin.

    Herwiha li gor ragihandina peyamnêrê televizyona Rûdawê 2 balafirên şer li ser esmanê bajarokê Sîdekan ê Soranê digerin û wan balafiran çend deverên li Biradostê bombardiman kirine.

    Derbarê ziyanên bombardimanê de hîn ti agahiyên piştrastkirî ji herêmê nehatine.

    JI TSKÊ DAXUYANIYA BOMBARDIMAN Û OPERASYONÊ

    Artêşa Tirkiyeyê bombardiman û operasyona bejahî ya li Herêma Kurdistanê bi ser bingehên PKKê de piştrast kir.

    Li gor daxuyaniya TSKê ji 10ê Adarê ve operasyon berdewam dike û herî dawî bi bombardimana hewayî ya li Xakurk/Kanîreşê 12 endamên PKKê hatine bêbandor kirin.

     

    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de