04:20 20 Nîsan 2018
    Bekir Bozdag

    Ji wezîrê tirk daxuyaniyeke balkêş li ser Efrînê: Yek sivîl jî birîndar nebûye

    © AP Photo / Burhan Ozbilici
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 02

    Berdevkê Hikûmeta Tirkiyeyê Bekîr Bozdag piştî civîna desteya wezîran daxuyanî dan.

    Wezîr û berdevkê hikûmetê Bozdag di nirxandina xwe ya bo operasyona ser Efrînê de ligel ragihandina hejmara kuştî û birîndaran got ku kontrola Efrînê bi temamî ketiye destê artêşa tirk.

    'LI EFRÎNÊ BÊVILA SIVÎLEKÎ JÎ XWÎNÎ NEBÛYE'

    Bozdag di berdewamê diyar kir, heta niha li Efrînê 49 leşkerên tirk can dane û ligel belavbûna nûçeyên kuştina gelek sivîlan bi bombardimana balafiran ku di medya cîhanê de jî cî girtine got ku 'bêvila sivîlekî tenê jî xwînî nebûye.'

    'PKK BI GUHERTINA NAV Û UNÎFORMEYAN NIKARE LI ŞINGALÊ BIMÎNE'

    Berdevkê hikûmeta Tirkiyeyê li ser vekişîna PKKê ji Şingalê jî da xuyakirin, "Artêşa Iraqê li hin deverên Şingalê bicih bûye. PKK bi guhertina nav û unîformeyan nikare li herêmê bimîne."

    'TIRKIYE AMADE YE SÎSTEMÊN PATRÎOT JI AMERÎKAYÊ BISTÎNE'

    Berdevkê hikûmeta Tirkiyeyê li ser mijra S-400an di hevdîtina Trump-Erdogan de ragihand ku ew mijar hatiye rojevê û got, "Birêz Trump gotiye em dikarin Patrîotan bidin we. Serokomarê me jî gotiye, em dikarin Patrîotan bistînin û sîstema xwe ya parastinê dewlemend bikin. Ger Amerîka sîstema parastina esmanî bide, me jî got em amade ne sîstema Patrîotan bistînin. Lê ji wê hevdîtinê heta niha (Trump-Erdogan) li ser mijarê ti danûstandinek çênebûye."

    'TIRKIYE NAFIKIRE DERBARÊ RÛSYAYÊ DE BIRYAREKÊ BISTÎNE'

    Bozdag derbarê dersînorkirina dîplomatên rûsî ji 14 welatên Yekîtiya Ewropayê jî diyar kir ku ew bûyera navbera du welatên serbixwe yên Brîtanya û Rûsyayê ye û ew bixwe biryara awayê têkiliyên xwe didin.

    "Di navbera Tirkiye û Rûsyayê de têkiliyeke baş heye. Tirkiye nafikire derbarê Rûsyayê de ti biryarekê bistîne. Tirkiye welatekî serwer e ku polîtîkaya xwe ya derve bi xwe diyar dike."

    Bi heman mijarî:

    HDP: Hebûna artêşa Tirkiyeyê li Efrînê dagirkerî ye
    Balafirên şer ên Tirkiyê Herêma Kurdistanê bombardiman kir
    Gelo operasyona Tirkiyeyê li Şingalê dest pê kir an jî şerekî derûnî ye?
    ‘John Bolton xwestiye Îsraîl êrîşî Îranê bike’
    Qaymeqamê berê yê Şingalê: Divê PKK rê nede Tirkiyeyê ku Şingalê bike Efrîna duyem
    Etîketan:
    Sûriye, Amerîka, Rûsya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de