02:32 25 Gulan 2018
    Mitînga HDP - DBP - KCD - KJA

    Li dijî avahiya DBPê ya Başakşehirê êrîşeke çekdarî pêk hat

    © Foto : DBP - HDP Navend
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Hate ragihandin ku li dijî avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya navçeya Stenbolê Başakşehirê êrîşeke çekdarî pêk hat. Hevserokê DBP ya Stenbolê Ali Riza Bilgili got ku ev bêtehamuliya li dijî beşdariya Newrozê ye.

    Li gorî ragihandina nûçeya ajansa Mezeopotamyayê (MA) yê Avahiya rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên navçeya Stenbolê Başakeşhirê rastî êrîşeke çekdarî ya kes ango kesên nasnameya wan ne diyar hat. Sê qalikên guleyan li avahiya DBPê hat dîtin. Hat zanîn ku gule li avahiya qata HDPê neketine.

    Rêveberê HDPya Başakşehirê Saadettîn Adar diyar kir ku tu kesî êrîşkaran nedîtiye û got: "3 dest gule berdan e. Cam şikestine. Qalikên guleyan hêj li hundir in û disekinin."

    Hevserokê DBPya Stenbolê Ali Riza Bilgili got ku ev bêtehamuliya li dijî beşdariya Newrozê ye û dê li hember van êrîşan serî netewînin.

    Bi heman mijarî:

    9 rêvebir û endamên DBP û HDPê yên Mûşê hatin binçavkirin
    KCD, HDP, DBP û TJA ji bo Mam Celal şîn ragihand
    DBP: Kurd dewleteke netewî ya bêstatu qebûl nakin
    DBP: Serxwebûna Kurdistanê ji bo kurdan ne çare ye
    KCD, DBP, KJA HDP: Êriş li dijî destkeftiyên hemû kurda û hêzên koalisyonê ye
    KCD, DBP, TJA û HDPê bang li Serokê Herêma Kurdistanê kirin
    Etîketan:
    êriş, BDP, HDP, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de