02:38 28 Gulan 2018
ala-ewrûpa-tirkiye

Serokwezîr: Divê muzakereyên YE bi Tirkiyeyê re bi dawî bibin

© AFP 2018/ BULENT KILIC
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Serokwezîrê Avusturyayê Sebastian Kurz di hevpeyvîna xwe ya rojnameya die Weltê de ragihand ku divê muzakereyên Yekîtiya Ewropayê bi Tirkiyeyê bi dawî bibin.

Serokwezîrê Avusturyayê Sebastian Kurz, berî zîrweya Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê ku bi mahzuvaniya Serokomarê Bulgaristanê Boyko Borîsov wê li Varnakayê bi tevlîbûna Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Serokê Konseya YEyê Donald Tusk û Serokê Komîsyona YE Claude Junker were lidarxistin ji rojnameya Die Welt a almanî re axivî.

Sebastian Kurz di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got: "Eger em mijara mafê însanî, nirxên demokratîk û ihlalên sîstematîk û nebicihanîna krîterên Kopenhagê li ber çavan bigrin divê muzakereyên navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê bi dawî bibin."

Kurz di dirêjiya hevpeyvîna xwe de ragihand ku Tirkiye û Ewropa du şirîkê girîng in, divê têkiliya navbera Enqere û Brûkselê di çarçoveya polîtîkaya cîrantiyeke beş de bimeşin.

Bi heman mijarî:

Ehmed: Gelek DAIŞî li Efrînê girtî ne û Tirkiye dê bibe sedem ku biçin Ewropayê
Li Rojava û Ewropayê Tirkiye hat şermezarkirin
Tirkiye wê li NY, AGIT û li Konseya Ewropayê giliyê Hollandayê bike
Pisporê Almanî: Dê Rûsya li hember toleyên Ewropayê bi Tirkiye û Îranê re li hev bike
Rikeberiya Tirkiye û Ewropayê ya “peymana penaberan” nahedine
Etîketan:
Serokwezîrê Avusturyayê, Sebastian Kurz, Ewropa, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de