14:35 20 Gulan 2018
    înternet

    Malpera e-Devletê li dijî êrîşên hackeran ne bi ewle ye

    © Flickr/ Markku Ulander
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şîrketa Netsparker ya ku xizmeta ewlehiya înternetê li giştiyê cîhanê dike, e-Devlet ya Tirkiyeyê ku agahiyên 81 mîlyon hemwelatiyan dihewîne ji testa ewlehiyê derbas kir, lê malper bi ewle nehat dîtin. Agahiyên 81 mîlyon kesan di bin xetereyê de ne.

    Li gor nûçeya Rojnameya Kararê şîrketa Netsparkerê ewlehiya e-Devletê ya Tirkiyeyê ku ji mîlyonan kesan re xizmetê dide, bi testa li dijî êrîşên hackeran ceribandinek kir, lê malper ji testa ewlehiyê derbas nebû.

    Bi xebata ceribandinê derket holê ku agahiyên bi sedhezaran kesan di bin xetereyê de ye. Raport ji Saziya Zanist û Tekonolojiyê (BTK) re hat şandin. Li gor raportê ji 94 malepran bi tenê 18 malperên ku di e-Devletê de xizmetê didin bi ewle hatin dîtin û ji testê derbasbûn. Di nûçeyê de hat eşkere kirin ku 68 malper teqez ne bi ewlene, 72 malper jî li dijî êrîşên hackeran divê demildest binesaziya wan ji kontrolê derbas bibin.

    Di encama testê de hat xuyakirin ku ji 94 malperan ji %3 sertîfîkayên nederbasdar tên bikaranîn, her wiha ji %58 jî li hember hin cureyê êrîşên din versîyonên kevn bikartînin.

    Bi heman mijarî:

    'Bincilên bi GPS û înternet ku bê şifre nayên jêkirin'
    Endamê RTUKê: Bi behaneya Adnan Oktar înternet dê weresansûrkirin
    Gundên bê av, lê bi înternet!
    Li gelek bajarên kurdan înternet qut bûye
    Licî û Hênî bê înternet û telefon in
    Etîketan:
    e-devlet, înternet, malper, ewlehî, Karar, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de