19:05 20 Nîsan 2018
    TL

    Mexdûrên Çîftlîk Bankê: Yê ku me xapand teşwîqa dewletê bû

    © REUTERS / Murad Sezer
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Mexdûrên Çîftlîk Bankê ku nêzî mîlyarek lîre hatin xapandin ji çapemeniya Tirkiyeyê re axivîn. Mexdûr bilêv dikin ku herî zêde piştgiriya dewletê ya teşwîkê ew xapandine û bi wê bawerbûne. Li gor hin mexdûran jî COyê Çîftlîk Bankê Mehmet Aydin ji aliyê hin kesan ve hatiye bikaranîn.

    Mexdûrên Çîftlîk Bankê ku nêzî mîlyarek pere bi dest Mehmet Aydinê 22 salî de berdan ji Rojnameya Birgunê re axivîn û bilêv kirin ku herî zêde bi teşwîka dewletê hatine xapandin ku bi ewle dîtine û pereyên xwe bi dest Bankê de berdana.

    Ercan Karabiyik yek ji Mexdûrê Çîftlîk Bankê ye û bi mehaniya mîlyarek û 800 lîreyî a şofortiyê debara mala xwe dike. Li gor îdiayên Karabiyik bi pêşniyaza hevalekî xwe beşdarî nav mexdûrên Bankayê bûye û bi saya teşwîka dewletê jî banka bi ewle dîtiîne û di dema ku beşdar bûye de mexdûrek jî tune bû. Karabiyik da zanîn ku gellek rayedarên dewletê dihatin vekirina têsîsan û ev jî bo wan bûye pêbaweriyek.

    Hin mexdûr bi hatinî û mehaniyên xwe hin ji wan jî bi kişandina krêdiyan ya ji bankayan beşdarî pergala Çîftlîk Bankê bûne. Li gor daxuyaniyên wan di serî de hertişt xweş meşiyaye, pere distendin û ev jî wan kêfxweş dikir, lê piştî demekê hêdî hêdî diguhere û kişandina pereyan daidi rawestandin û herî dawî derbarê bankayê de lêpirsîn da despêkirin.

    Li gor hin mexdûran jî COyê Çîftlîk Bankê Mehmet Aydin ji aliyê hin kesan ve hatiye bikaranîn û tiliya hin kesên din tê de heye. Mexdûr bilêv dikin ku ‘belê em hatine xapandin lê ne ji aliyê Mehmet Aydin ve.'

    Bi heman mijarî:

    Avakarê Çiftlik Bankê tevî 500 milyon lîreyî wenda bû
    Erdogan: Amerîkayê em xapandin, lê me bi ya xwe kir
    ‘Operasyona hişmendî kirin û delege xapandin'
    Erdogan: Obama em xapandin
    Etîketan:
    Banka, Pere, xapandin, Ercan Karabiyik, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de