19:18 20 Nîsan 2018
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan: ASAya ku na ecibînin di operasyona Efrînê de 302 wendahî dan

    © REUTERS / Ümit Bektaş
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di kongreya partiya xwe bajarê Giresûnê axivî. Erdogan derbarê Efrînê de got em bi operasyona Efrînê ketine nava pêvajoya vejînê.

    Ji axaftina Erdogan çend xalên sereke yên derketine pêş:

    • Rehavetek li ser me hebû. Me xwest em ji bin vî barî rabin. Bi operasyona Efrînê em ketine nava pêvajoya vejînê. Her tim me hewil da ku bo ku em bi pêşdetir biçin, bilindtir bibin. Dema ku rêjeya dengê me 50 ji sedî be divê em ranewestin. AKP ne bi yên din re, bi xwe re di pêşbaziyê de ye. Em dixwazin bi serkevin û şîmaqekê osmanî li neyaran bidin.
      Recep Tayyîp Erdogan
      © AFP 2018 / Yasin Bulbul/Presidential Press Service
    • Hinek hewil didin destpêkirina me demajoya hilbijartinê spekulatîf bikin. Hineke din senaryoyan dinivîsin. Em tevgereke wiha ne ku heçku herdem hilbijartin heye û dê hebe dixebitin. Ev ne partiyek e, dozek e. Em ne ji wan partiyan in ku mezin dibin qure dibin, her ku em mezin dibin em mutevazîtir dibin, berpirsyariya me zêdetir dibe.
    • Ez rapora îro ya Efrînê jî bidim. Wana diparast ku ji bo ku em ji PYDê re bibêjin rêxistina terorî delîl tune ne. Wana hewil dan bi awayekî din operasyona Efrînê sabote bikin. Dev avêtine birayên me yên OSOyî û xwestin serkeftina Operasyona Çiqlê Zeytûnê jinedîtî ve bê dîtin. Wana piştgiriya ku dane PYD/YPG nedane OSOyê. OSOya ku ne ecibînin di operasyona Efrînê de 302 wendahî dan.
    • Îro danê sibehê xanima serokekî ji Xûtaya Rojhilat nameyek wergirt. Di nameyê de dibêje, "Gavên ku w eli Efrînê avêtin li Xûtaya Rojhilat jî biavêjin."

     

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de