19:22 25 Nîsan 2018
    Grava Îmraliyê

    ‘Şandekê bi mijara Efrînê li Îmraliyê serdana Ocalan kir'

    © AP Photo / Arşiv
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 20

    Endamê Komîteya Birêvebir a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murat Karayilan ragihand ku bi mijara Efrînê şandekê serdana girava Îmraliyê kir û bi serokê PKKê Abdullah Ocalan re civiya. Karayilana got,"ji ber ku Ocalan daxwazên şandê nepejirandine, sîstema îşkencedanê li ser wî hat zêde kirin."

    Endamê Komîteya Birêvebir a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murat Karayilan ragihand ku bi mijara Efrînê şandekê serdana girava Îmraliyê kir û bi serokê PKKê Abdullah Ocalan re civiya. Karayilana got,"ji ber ku Ocalan daxwazên şandê nepejirandine, sîstema îşkencedanê li ser wî hat zêde kirin."

    ŞANDEKE HEVBEŞ SERDANA ÎMRALIYÊ KIR Û JI OCALAN XWESTIN KU BERXWEDANA EFRÎNÊ RAWESTÎNE’

    Endamê Komîteya Birêvebir ya PKKê Murat Karayilan ji radyoya Dengê Welat re, ku nêzîkî PKKê ye got: "Tirkiye û Rûsya, ji bo rawestandina berxwedana Efrînê bi hevre rêketineke stratejîk kirin. Bi vê mebestê bi şandeke hevbeş serdana Îmraliyê kir û ji Ocalan xwestin ku berxwedana Efrînê rawestîne, lê rêber Apo ew yek red kiriye, wan jî sîstema îşkenceyê li Îmralî zêde kirin."

    ‘JI BO BIKARIBIN WÊ BERXWEDANÊ BIŞKÎNIN HEMÛ RÊ Û RÊBAZAN BI KAR TÎNIN'

    Karayilan diyar kir ku ev zanyarî didin xuyakirin ku "dijmin beramberî berxwedana gelê me ketiye tengaziyê, ji bo bikaribe wê berxwedanê bişkîne hemû rê û rêbazan bi kar tîne, di rojên pêş de jî, em ê hin zanyariyên din jî belav bikin."

    Karayilan: "Zanyariyên nû li ser rewşa Ocalan li cem me ne, lê ez naxwazim hemûyan eşkere bikim, ji ber ku pêwîst e rêvebirên tevgera me bi awayekî fermî nivîs û daxuyaniyan li ser wê yekê belav bikin û hemû gelê me agahdar bikin"

    Komîteya Astengkirinê ya Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) demek berê derbarê rewşa girtîgeha Îmraliyê de raporek amade kiribû û bang li hikûmeta Tirkiyeyê kiribû ku ji bo pêkanîna hevdîtinên girtiyên wê girtîgehê û malbatên wan gavên pêwîst werin avêtin.

    Hêjayî bibîrxistinê ye ku CPT rêxistineke Konseya Ewropayê ye û navenda wê li bajarê Strasbourgê ye. Rêxistin di warê girtîgeh û şertên girtinê yên li tevahiya Ewropayê de referanseke girîng e û ji Adara 1999an û vir ve ev 7 car in ji bo Abdullah Ocalan serdana Girtîgeha Îmraliyê dike.

     

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Osman Ocalan: PKKê Apo firot
    CPT: Rewşa Ocalan baştir bûye
    Sererkanê berê yê Tirkiyeyê naveroka radestkirina Ocalan diyar kir
    Li Ocalan 2 sal û 6 meh cizayê girtîgehê hat birîn
    ‘Girtina Salih Muslim jî wek ya Ocalan komployeke navneteweyî ye'
    Wezîrê berê bersiv da nameya Ocalan a bo Demirtaş
    Etîketan:
    Operasyona Efrînê, ASA, TSK, PKK, Murat Karayilan, Abdullah Ocalan, Efrîn, Bursa, Imrali
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de