21:57 19 Nîsan 2018
    Zanîngeha Bogaziçiyê - Stebol

    Xwendekaran bersiv dan Erdoganî: Rexnekirina polîtîkayên dewletê ne porpagandayê terorê ye

    © Foto : Wikipedia
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Xwendekaran bersiv dane daxuyaniyên Serokomarê tirk Erdogan yên derbarê xwendekarên Zanîngeha Bogaziçiyê ku ew weke ‘komunîst' û ‘terorîst' bi nav kiribûn û gotibû ku "Em meydanê ji kesên ku terorê dikin re nahêlin". Xwendekaran got, "rexnekirina polîtîkayên dewletê ne porpagandaya terorê ye, mafekî destûrî ye."

    Xwendekarên beşa Siyaset û Têkiliyên Navdewletî yên Zanîngeha Bogaziçiyê ev daxuyanî belav kirin:

    "Rexnekirina polîtîkayên dewletê ne porpagandayê terorê ye" û wiha pê de çûn, "Mafê hemû hevwelatiyan heye û mafê hevalên me yên ku hatine desteserkirin jî heye ku fikr û ramanên xwe bînine ziman."

    Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin: "Hemû rexneyên li dijî hikûmetê weke ku peywendiya wê bi terorê re hebe têne nîşandan. Kesên ku wêrekiyê nîşan didin û rexne dikin jî bi hinceta ‘hesasiyetên raya giştî' hedef têne nîşandan. Em weke xwendekarên zanîngeha Bogaziçiyê rihê azad yê zanîngehê û bo her kesî mafê xweîfadekirinê diparêzin. Hevalên me bi tawanên neheq têne sûcdarkirin."

    Recep Tayyîp Erdogan
    © AFP 2018 / Yasin Bulbul/Presidential Press Service
    Ji aliyê din ve îro hat ragihandin ku piştî hedefnîşandana serokomarê tirk Erdogan îro dane sibehê 3 xwendekarên din ên heman zanîngehê hatin desteserkirin û tê gotin ku biryara desteserkirina 8 kesên din hatiye jî hatiye derxistin.

    Hêjayî gotinê ye ku beriya sê rojan li Zanîngeha Bogaziçiyê ya Stenbolê komeke xwendekaran hewil dabûn ku ji bo piştgiriya êrîşên artêşa tirk yên li dijî Efrînê û kontrolkirina Efrînê loqim belav bikin lê komeke din a xwendekarên heman zanîngehê li dijî vê yekê derketibûn û gotibûn, "Loqimê qetlîamê nabe." Li ser vê yekê roja din komek xwendekar hatibûn desteserkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Xwendekaran dest ji dibistanê berdan, gelek malbat jî bê xanî man'
    Li Hewlêrê xwendekaran xwepêşandanek li pêş Civata Wezîran li dar xist
    Li Fransayê wesayîtekê bi ser xwendekaran de ajot
    Li Silêmaniyê agir bi cihmana xwendekaran ket
    Di protestoya xwendekaran de polîsan muzîka Îspanyolî wek ya Kurdî fahm kir
    Etîketan:
    Tawan Terorê, Xwendekar, Dijberiya Şer, Desteserkirin, Daxuyanî, REcep Tayyip Erdogan, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de