15:40 22 Nîsan 2018
    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan

    Erdogan xwendekarên kurd yên zanîngehê wekî 'terorîst' binav kir

    © REUTERS / Umit Bektas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 03

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji bo xwendekarên ku li Zanîngeha Bogaiçiyê li dijî hin xwendekarên ji bo piştgiriya Efrînê loqim belav dikir, derketin got, ew ‘komunîst' û ‘terorîst' in. Erdogan got, em ê mafê xwendinê nedin wan xwendekaran.

    Serokomarê dewleta tirk Recep Tayyip Erdogan li bajarê Samsunê derbarê mijara Efrînê de axivî û got, "Ti kes nikare ji artêaş tirk re, ji Tirkiyeyê re bibêje ‘Sûriyeyê dagir dikin'."

    Erdogan di axaftina xwe de bal kişand ser bûyerên li Zanîngeha Bogaiçiyê ya Stenbolê jî û got, "Derketin li wir ciwanên bi îman, neteweyî û herêmî ji bo Efrînê loqim belav kirin. Gava van ciwanan loqim belav dikirin, ew ciwanên komunîst û xayinên welêt hewl da maseya wan ciwanan belav bikin. Em derbarê van ciwanên terorîst de her xebatê dikin. Bi şertê ku em şikl î şemalê wan eşkere bikin, em ê li vê zanîngehê mafê xwendinê nedin wan."

    Hêjayî gotinê ye ku beriya du rojan li Zanîngeha Bogaziçiyê ya Stenbolê komeke xwendekaran hewl dabû ku ji bo piştgiriyê bidin êrîşên artêşa tirk yên li ser Efrînê loqim belav bikin lê komeke xwendekarên kurd û çepgir li dijî vê yekê derketibûn û gotibûn, "Loqimê qetlîamê nabe."

     

    Bi heman mijarî:

    Macron û Erdogan axivîn: Li Efrînê aramiya xelkê sivîl hatiye dabînkirin
    Termên 2 leşkêran li Efrînê hatin dîtin
    NY: Pêwistiya 50-70 hezar sivîlên li Efrînê bi alîkariyên mirovî heye
    Dîmenên talankirina Efrînê hatin belavkirin
    Erdogan: Ev kar bi Efrînê bidawî na be, piştre Idlib û Minbic hene
    Etîketan:
    xwendekar, Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de