14:41 22 Gulan 2018
    Dîwar - Rojava - sînor

    'YEyê 80 milyon euro dan Tirkiyeyê'

    © REUTERS/ Umit Bektaş
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Li gorî îdîaya Der Spiegelê ya almanî, Yekîtiya Ewropayê(YE) alîkariyeke bi qasî 80 milyon euroyî daye Tirkiyeyê da ku sînorên xwe ji penaberan biparêze.

    Li gorî vekolîna hevpar a ku ji aliyê tora  kovara Spiegelê ya almanî û European Investigative Collaborations(Hevlariya Vekolînan a Eweropayê) ve hatiye kirin, YEyê bi bêtirî 80 milyon euroyî amûrên teknolojiya çavdêrîkirin û ewlekariyê şandine ji Enqereyê da ku sînorên xwe li himberî penaberan biparêze.

    Di nûçeyê de tê diyarkirin ku di çarçoveya Programa Geşepêdana Herêmî(IPA) de Brûkeselê 35.6 milyon euro dane şirketa Otokarê ji bo navgînên leşkerî yên zirxî yên bi navê Cobra II yên niha li ser sînorên Sûriyeyê tên bikaranîn hilberîne. YEyê ji bo kontrolkirina sînorên bejayî yên Tirkiye û Yûnanistanê bi qasî 30 milyon euro amûrên çavdêrîkirinê yên bêzirx û yên bizirx ji şirketa Aselsanê ya ku Tirkiye xwediya piraniya hiseyên wê ye û pergalên ewlekarî û çekan hildiberîne xwestine.

    PEYMANA TIRKIYE Û YEYÊ

    Adara 2016an, Tirkiye û YEyê peymana vegerandina penaberan îmze kiribû. Ew peyman pêşbîn dike ku penaberên digihên Yûnanistanê, eger daxwaza wan neyê qebûlkirin, dê li Tirkiyeyê bên vegerandin. Li himberî vê jî YE dê alîkariya madî bide penaberan û dê penaberên sûrî bi rêyên qanûnî qebûl bike.

    Almanya û YE hêvî dikir ku bi vê peymanê hejmara penaberên tên Ewropayê heta rêjeyeke bilind kêm bibe. Herwiha dê bi awayekî bibandortir li dijî qaçaxçiyên mirovan re têbikoşin û dê rîska ku penaber di deryaya Egeyê de bixeniqin jî kêm bike. Li gorî vê,YE dê 6 milyar euro bide Tirkiyeyê ji bo alîkariya penaberên sûrî. Beşê pêşî yên we alîkariyê hat dayîn û 3 milyarên mayî jî dê heta dawiya salê werin dayîn.

    '18 MILYON EURO ÇÛN JI ŞIRKETEKE HOLNEDÎ RE'

    Li gorî Speilbergê, 18 milyon euroyên ku dê ji bo Sûriyeyê li Tirkiyeyê bihatina terxankirin, çûne ji şirketeke holendî re û bi van pereyan dê ji Fermandariya Ewlekariya Beravên Tirkiyeyê re 6 botên dewriyeyan werin hilberandin.

    Bi heman mijarî:

    Washington û Enqere li ser Sûriyeyê civiyan: Mijara Efrînê ne surprîz e
    Rûsya: Çalekiyên milîtanan li Sûriyeyê dibe sebeba serhildanan
    Tirkiye xwe ji bo avadankirina Sûriyeyê ya piştî şer amade dike
    ‘Artêşa Sûriyeyê Duma dorpêç kir'
    Qeter û Sûriyeyê peymaneke hevkariyê îmze kir
    'Artêşa Sûriyeyê li Xûtaya Rojhilatî kargeheke çekên kîmyewî dît'
    NY û Heyva Sor a Sûriyeyê: Em ê alîkariya mirovî bişînin Efrînê
    Etîketan:
    YE, Yûnanistan, Sûriye, Almanya, Ewropa, Holenda, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de